Li Hecînê 5 şehîd hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hecînê ya rojhilatê gundewarê Dêrazorê bi merasîmekê 5 şehîdên ku di pêngavên rizgarkirina herêmê ji DAIŞ`ê de şehîd bûbûn, bi bîr anîn.

Li Hecînê 5 şehîd hatin bibîranîn
8 tîrmeh, 2021   12:51
DÊRAZOR

Di merasîma bîranînê de ku li Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan de li dar ketiye, nûnerên meclisên herêmî, sivîl, leşkerî, YPJ, malbatên her 5 şehîdan û gelek şêniyên rojhilatê gundewarê Dêrazorê beşdar bûn.

Navên her 5 şehîdan wiha ne: Mistefa Deham El-Kesar, Fadil Hewas El-Hîlal, Besam Xatir El-Eswed, Riyad Hemed El-Ismaîl û Elî Esad El-Latîf.

Di merasîmê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hecînê Ebdulxenî El-Lewha axivî û fedekariyên şehîdan silav kirin.

Her wiha hevserokê Meclisa Sivîl a rojhilatê gundewarê Dêrazorê Mihemed El-Imêrî piştrast kir ku serkeftin, azadî û rûmeta berhema şehadeta wan e û soza şopandina rêya şehîdan heta rizgarkirina hemû xaka herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, da.

Hevserokê Meclisa Gel a Hecînê Selah El-Selman diyar kir ku ew mintedarên şehîdan in ku bi saya wan herêm ji DAIŞ`ê rizgar bû û ewlehî li herêmê peyda bû.

Şemlan El-Şemlan bi navê Meclisa Leşkerî ya rojhilatê gundewarê Dêrazorê axivî û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.

Her wiha bi navê Partiya Sûriya Pêşerojê Mihemed El-Şeban axivî û got: “Em pabendî nirx û fedekariyên şehîdên xwe ne heta ku Sûriyeyeke azad, pirrengî ya nenavendî pêk were.”

Di dawiyê de mûm li pêşiya wesîqeyên şehadeta şehîdan hat vêxistin û piştre wesîqeyên şehadetê radestî malbatên wan hatin kirin.

Her 5 şehîdan di mehên Hezîran û Tîrmehê de di salên navbera 2018 û 2019`an de di hemleyên tunekirina DAIŞ`ê û rizgarkirina herêmê de şehîd bûbûn.

(şx)

ANHA