Li dijî baregeha Eyn Esed êrişa bi mûşekan

Baregeha hêzên koalîsyonê ya li Eyn Esedê carek din bi mûşekan hate hedefkirin.

Li dijî baregeha Eyn Esed êrişa bi mûşekan
5 tîrmeh, 2021   15:23
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî medyaya Iraqê, baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li Eyn Esed ya ser bi parêzgeha Enbar a Iraqê ve, bi mûşekan hatiye hedefkirin.

Heta niha derbarê ziyanên êrişê de tu daxuyaniyek fermî nehatiye belavkirin.

Baregeh 193 kîlometreyan dikeve rojavayê Bexdayê. Demên derbasbûyî jî gelek caran rastî êrişên bi mûşekan hatiye.