Kombûna Jinên Zenûbiya ya Tebqayê nerazîbûn nîşanî qetilkirina zaroka li Hesekê da

Kombûna Jinên Zenûbiya ya Tebqayê nerazîbûn nîşanî qetilkirina zaroka bi navê Îda El-Hemûdî El-Seîdon da û banga muhasebekirina kujeran kir.

Kombûna Jinên Zenûbiya ya Tebqayê nerazîbûn nîşanî qetilkirina zaroka li Hesekê da
5 tîrmeh, 2021   15:10
TEBQA

Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbiya ya Tebqa, bi amadebûna rêveberên jinan ên bajar û nûnerên saziyên sivîl û leşkerî yên Tebqayê daxuyanî da. Daxuyanî li ber avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê ji aliyê seroka Komîteya Têkiliyan a Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbiya ya Tebqayê Nesrîn El-Ubeyd ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku sûcên ku li dijî jinên Sûriyê têne kirin, ji qetilkirin, îşkencekirin û destdirêjî di roja dawî de zêde bûn, ev yek asta serîtewandina civakên me ji zihniyeta mêrê serdest re dide diyarkirin ku sûcên li dijî jinan bi navê adet û urfan rewa dikin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin kir "Ev yek di qetilkirina zaroka bi navê Îda El-Hemûdî bi navê "Şerefê" ji aliyê malbata wê ve li Hesekê de diyar dibe. Ev sûc bi xwîneke sar ji aliyê gelek kesan ve pêk hat. Kujeran ji qetilkirina vê têr nebûn, lê dîmenên wê jî kişandin da ku asta hovîtiya sûcên xwe yên ne mirovî nîşanî cîhanê bidin."

Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbiya ya Tebqa û gundewarê wê qetilkirina Îdayê şermezar kir û banga hesabxwestin ji kujeran kir û got: "Gunehê Îda tenê ew bû ku di civakekê de mezin bû ku hemû sûcên qetilkirina jinan rewa dike û cezayên sivik an jî efûyê didin sûcdaran."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SyeXRQQySiY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>