Ayşe Hiso: Armanca revandina kadroyên me astengkirina xebatên avakirina yekitiya neteweyî ye

Ayşe Hisor diyar kir ku sedema serkeftina projeya Rêveberiyên Xweser a li hember êrişên hundir û derve xeta sêyemîn e û got, revandina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê li Başûrê Kurdistanê bi hewldana astengkirinaxebatên avakirina yekitiya Kurd e.

Ayşe Hiso: Armanca revandina kadroyên me astengkirina xebatên avakirina yekitiya neteweyî ye
Ayşe Hiso: Armanca revandina kadroyên me astengkirina xebatên avakirina yekitiya neteweyî ye
Ayşe Hiso: Armanca revandina kadroyên me astengkirina xebatên avakirina yekitiya neteweyî ye
1 tîrmeh, 2021   20:04
HELEB-MIHEMED EBDO

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civîneke ji bo nirxandina rewşa siyasî li beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûdê li dar xist. Di nav de endamên partiyê û bi dehan şênî beşdarî civînê bûn.

Hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso rewşa siyasî nirxand.

Ayşe Hiso di destpêka axaftina xwe de got, ji destpêka krîza Sûriyê ve partiya wan û Rêveberiya Xweser li gorî fikir û felsefeya rêber Ocalan li ser xeta sêyemîn dimeşin û got: "Rêber Ocalan got; şerê cîhaê yên sêyemîn li qada Sûriyê dest pê kir. Bi vê yekê rêber Ocalan perspektîf dan ku di siyaset û projeyan de xwe bispêrin xeta sêyemîn."

‛XETA SÊYEMÎN HIŞT KU EM NEBIN ALAV DI DESTÊ DERVE DE'

Ayşe Hiso siyaseta xeta sêyemîn bi rastî, welatparêz û pêşxistina civakî wesif kir û wiha domand: "Ji ber vê yekê me xwe ji kesî re danexist û nebûn amûrek di destên destwerdan li karûbarên Sûriyê kirin ku ajande, siyaset û berjewendiyên xwe li ser xaka Sûriyê demeşînin."

Ayşe Hiso eşkere kir ku di krîza Sûriyê de wan alîkariya tu aliyekî nekir, "ji ber ku armanca wan guhartina nexşeya Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe ye. Berovajî muxalifê yê ku eşkere îflas bû û tiştek li gel wê nema ku lihevkirinan li ser bike, nikare heta tawîza zirarên ku bi serê gelê Sûriyê de ji koçberkirin, qetilkirin, penaberkirin û wêrankirinê bide."

Ayşe Hiso wiha dirêjî da axaftina xwe: "Sedema berxwedana me li ser vê xakê û li hember astengiyên heyî û veguherandina Rêveberiya xwe ya kilîtekî ji bo çareserkirina krîza Sûriyê û Rojhilata Navîn bi giştî, ew e ku me xwe spart projeya neteweya demokratîk û xeta sêyemîn."

Her wiha da zanîn ku ew ê ji bo berjewendiyên welat û şêniyên sûrî bixebitin ku pirsgirêk û girêkan çareser bikin mîna doza Kurd û wiha pê de çû: "Pransîbên ku projeya neteweya demokratîk danine, xizmeta tevahî çînên civaka Sûriyê dikin."

‛EM JI BO DIYALOGÊ BI TEVAN RE AMADE NE’

Der barê siyaseta partiyê ya girêdayî diyaloga bi aliyan re Ayşe Hiso wiha axivî: "Em ji bo diyalogeke avakar ku bi hikumeta Şamê re pêk bînin ku krîzê çare bikin amade ne. Bi awayekî zelal em dikarin bibêjin ku em ji bo diyalogê, bi tevahî aliyan re amade ne. Ji ber di rewşa niha de cemidandinek heye. Hikumeta Şamê bi nêrîna xwe ve girêdayî ye û bi israr û serhişkî dixwaze rewş vegere beriya 2011’an, ev nêrîn ji bo avakirina çareyeke mayînde ji krîza Sûriyê re çewat e."

'ERDDOGAN DEV JI XEWNÊN XWE BERNADE'

Ayşe Hiso îşaret pê kir ku bi nêzîkbûna dema bi dawîbûna peymana Lozanê di sala 2023'an de ku dê rojavayê ji bo sînarnoyeke nû di siyasetên cîhanê de bixebitin, Erdogan dev ji xewnên xwe yên zindîkirina dewleta Osmanî bernade û got, destwerdanên wî yên li derve, mîna Ermenistan, Sûriye û Lîbyayê û destekdayîna ji Îxwnan re li Misirê vê yekê sîbat dike.

Ayşe Hiso diyar kir ku derketina DAIŞ'ê ne ji valahiyekê hatiye û got: "Encamên lihevkirinên li ser asta siyasî ya navneteweyî ye."

'CIVÎNA ROMA BÊ ENCAM BÛ'

Têkildarî civîna li Romayê Ayşe Hiso got: "Beriya çend rojan bi navê hêzên ku li dijî DAIŞ'ê şer dikin civînek hate lidarxistin, lê Hêzên Sûriya Demokratîk û nûnerên Rêveberiya Xweser ên ku berdêlên giran li ser erdê dane nehatin vexwendin. Em dikarin bêjin ku nûnerên hêzên ku ji bo armancên xwe berdêl dane beşdar nebûn. Lê di dawiyê de civîn bê encam bû. "

Ayşe Hiso diyar kir ku divê aloziya Sûriyê bi awayekî aştiyane were çareserkirin û got: "Me gelek caran ev bang kiriye, her wiha divê herêmên ku ji DAIŞ'ê hatin rizgarkirin werin parastin ku ev bendeke li ser kaxezekê ye. Em ê çawa van herêman ku di bin gafên dewleta Tirkiyê de ne û civaka navneteweyî bêdeng e, biparêzin?"

'ÊRIŞÊN LI DIJÎ RÊVEBERIYÊ TÊK ÇÛN, LÊ BI DAWÎ NEBÛNE'

Hevseroka PYD'ê di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li ser Rêveberiya Xweser û wiha pê de çû: "Her kes di nava nakokiyan de ne û di gelek mijaran de li hev nakin, lê dema mijar dibe Rêveberiya Xweser em dibînin ku hemû li dijî wê dibin yek, ji ber ku ev proje li pêşiya projeyên wê yên mêtîngeriyê bûye bendek."

Ayşe Hiso li ser tevliheviyên dawî ku li bajarê Qamişlo û Minbicê hatin derxistin û got: "Hikumeta Şamê û Tirkiyê ji bo van tevliheviyan plan kiribûn, lê planên wan bi ser neketin, rastiya  êrişên hundir ên li ser Rêveberiya Xweser ên bi navê daxwaza mafan ji her kesî re eşkere bûn."

Ayşe Hiso di berdewama nirxandinên xwe de ambargo û gefên li ser Şehba û taxa Şêxmeqsûdê şermezar kirin û wiha pê de çû: "Heger em şer bixwazin em dikarin bikin, ji ber ku siyaseta me ne siyaseta şer e. Lê divê em ji bo bersivdayîna bangê amade bûn, ku parastina rewa yek ji bendên neteweya demokratîk e."

'ARMANC JI GIRTINA HEVALÊN ME, ASTENGKIRINA DOSYAYA YEKITIYA NETEWEYÎ YE'

Ayşe Hiso têkildarî girtina nûnerên wan û nûnerê Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê wiha axivî: "Em nikarin bûyeran ji hev qut bikin. Em dibînin ku dewleta Tirk bi rihetî li ser xaka Başûrê Kurdistanê tevdigere û wê li dijî HPG'ê bi kar tîne. Ji vê yekê diyar dibe ku komployeke heye û partiya me têkildarî girtina her sê hevalên me li Başûrê Kurdistanê daxuyanî da."

Hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Hebûna hevalên me li Başûrê Kurdistanê rewa ye,  gelo çima bi taybet di vê demê de hatine girtin, anku dema ku ji bo pêşwazîkirina şandeya ewropî hatin girtin, ku ev yekê dê ji bo pêşxistina mekanîzmeya yekitiya neteweyî ya kurdî û rêgirtina li ber şerê navxweyî li Herêmên Parastinê yên Medyayê wê bibaya alîkar. Lê ev kiryar îsbat dike ku armanca revandina kadroyên me astengkirina her pêşeketinekê di dosyaya yekitiya neteweyî de ye"

ANHA