Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Idlibê topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê, ji berbangê ve bi moşekan gelek bajarokên gundewarên Idlibê topbaran kir. Di encamê de zarokek hat kuştin.

Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Idlibê topbaran kir
8 hezîran, 2021   08:53
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR), hêzên hikumeta Şamê herêmên Bare, Ihsim, Meşon, Eblîn, Bylon, Kensefra, Fitêra, Filêfil, Binîn û Sefhon ên gundewarên başûrê Idlibê, bi moşkan topbaran kir.

Di encama topbaranê de, li Eblîn zarokek hat kuştin û du jî birîndar bûn û li Meşon jî birîndar çêbûn. Her wiha hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li eniyên şer ên gundewarên başûrê Idlibê noqteyên hev topbaran kirin.

)dm)