Berpirsekî MOSSAD’ê agahiyên nû têkildarî peywendiya Îsraîlê bi PDK`ê re eşkere kir 

Berpirsekî MOSSAD’ê ku ji rojnameyeke naskirî ya Îsraîlê The Jerusalem Post re axivî, got berpirsên Herêma Kurdistanê û bi taybet jî rayedarên PDK’ê li Iraq, Sûriyê û Îranê çav û guhê Îsraîlê ne.

Berpirsekî MOSSAD’ê agahiyên nû têkildarî peywendiya Îsraîlê bi PDK`ê re eşkere kir 
8 hezîran, 2021   09:33
 NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya The Jarusalem Post a îsraîlî ku xwe dispêre agahiyên berpirsekî Dezgeha Îstîxbaratê ya Îsraîlê (MOSSAD) têkildarî peywendiyên wan ên li gel Herêma Kurdistanê û PDK’ê de zanyariyên nû yên girîng belav kir.

Li gorî rapora ku xwe dispêre agahiyên berpirsekî MOSSAD’ê desthilata Başûr sûdeke mezin daye dewleta Îsraîlê û wiha nivîsandiue: “Hevpeymanî li gel Kurdên Iraqê fêdeyeke mezin ji bo Îsraîlê hebûye. Li Iraq, Sûrî û Îranê bûne çav û gûhê me.”

Di dewama raporê de ev tişt têgotin; “Îsraîl niha peywendiyeke xwe ya bihêz li gel Kurdên Iraqê û bi taybet jî berpirsên PDK’ê ya dibin serokatiya Mesûd Barzanî de heye.”

Li gorî rojnameyê ev peywendiyane diçe heya salên 1960’an û têgotin, ji bo dewleta Iraqê were lawazkirin, ji xwere weke hevpeyman hilbijart.

Her wiha ev berpisê MOSSAD’ê eşkere dike ku bi taybet peywendiyên leşkerî û siyasî yên herdu aliyan ên bihevre ji sala 2003’an ve zêdetir bûye û ev agahiyên veşartî jî eşkere dike: “Piştî sala 2004’an şûn ve yekeyên leşkerî û îstîxbaratî yên Îsraîlê bi rêya Kurdên Iraqê karîn li Iraq, Îran û Sûrî dest bi perwerde û gelek çalakiyên veşartî bikin.”

Di heman raporê de zanyariyek bi piştrastkirina ji Financial Times jî dibêje: “Îsraîl ji 4’an 3’yê nefta Herêma Kurdistanê ji bo xwe hawirde dike.”