Weqfeya Jina Azad a Sûriyê hemleyeke fikrî û tenduristî ragihand

Weqfeya Jina Azad a Sûriyê îro hemleyeke fikirî û tenduristû bi dirûşmeya "Jin û malbat û nûbûna vîrusa Koronayê" li herêma Cizîrê ragihand. Tê payîn ku hemle heta 20`ê Tebaxê dewam bike.

Weqfeya Jina Azad a Sûriyê hemleyeke fikrî û tenduristî ragihand
1 hezîran, 2021   13:19
QAMIŞLO

Weqfeya Jina Azad a Sûriyê îro bi daxuyaniyekê hemleya fikirî û tenduristî ji pêşiya navenda xwe ya li bajarê Qamişlo ragihand.

 Daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên weqfeyê Melîka Hesaf ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em weke Weqfeya Jina Azad a Sûriyê hemleya xwe ya fikirî û tenduristî li navenda me ya li bajarê Qamişlo û navçeyên wê her wiha li nivîsgehên me li bajarê Dêrikê û Hesekê, radighînin.

Armanca hemleyê zanistkirina jinan, ji ber heta niha zehmetiyan ji ber zextên civakê dikşîne û ev zext dihêle ku  bibe qurbana tundiyê. Armanca me ya tenduristî ku tedbîrên pêwîst bi awayekî cidî werin girtin ji ber vîrusa Korona xwe nû dike.

Hemleya me ji jin û mêran re ye. Dê heta 3 mehan dewam bike. ji 2`ê Hezîranê dê dest pê bike û heta 20`ê Tebaxê dê dewam bike."

Tê zanîn ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 5`ê Gulana borî de qedexeya demikî li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand da ku pêşî li belavbûna vîrusa Koronayê, bigre.

Desteya Tenduristuiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 17 hezar derziyên li dijî vîrusa Koronayê ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ve hatin şandin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/S6e11aNC18Y" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>