Îsraîlê gef li Lubnanê xwar

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz hişyarî da ku şerê bi Lubnanê dê ji yê bi Xezayê re xeternaktir be û got: “Tişta li Xezayê me dîtiye wê li Lubnanê deh qat be.”

Îsraîlê gef li Lubnanê xwar
1 hezîran, 2021   12:43
BEYRÛT

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz der barê êrişên muhtemil a Hizbullahê lubnanî li dijî Til Evîvê hişyarî da û gef xwar ku heke ev yek pêk were dê ji topbarana li dijî Xezayê bi deh qatan zêdetir Lubnanê topbaran bike.

Gantz wiha bersîva pirsa rojnamevanan a têkildarî hebûna şerekî bi Lubnanê re di pêşerojê de da: “Tişta me li Xezayê dîtiye, dê li Lubnanê deh qatan jê zêdetir be. Dê şerekî girêk be ji ber ku Hizbullah 100 hezar moşekan vedişêre. Beşek jê pir hesas in û pîvandirêj in. Ev hemû jî di nava şêniyên sivîl de ne.”

 (şx)