Li Reqayê panela"Kurd…dîrok û jiyana hevbeş"

Rêxistina Beyt El-Miwatine bi sernavê"Kurd.. dîrok û jiyana hevbeş" li bajarê Reqayê panelek lidar xist.

Li Reqayê panela"Kurd…dîrok û jiyana hevbeş"
31 gulan, 2021   10:15
REQA

Panel duh li mala welatiyê bi navê Ehmed Kurdo yê li taxa Mûceme ya a navenda bajêr hate lidarxistin. Hejmareke ji ciwanên ji pêkhateyên Kurd û Ereb tev li panelê bûn.

Ehmed Kurdo kesayeteke di nava şêniyên Reqayê ji sedsala borî ve tê nasîn. Ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê dema ku bajarê Reqayê dagir kirin hate êşkencekirin û piştre hate qewitandin.

Panel ji aliyê koordînasyona rêxistinê Yarûb El-Mitwelî ve hate birêvebirin. Di panelê de behsa dîroka Kurdên li bajarê Reqayê, jiyana wan bi pêkhateyên bajêr re bi taybet bi pêkhateyên Ereb re, hevgirtina wan û têkiliyên zewicandina di navbera wan de ku hişt jiyana û biratiyan wan bi hevre xurt bibe, kir.

TÊKILIYÊN BIRATIYÊ LI REQAYÊ

/ar/uploads/files/2021/05/31/070136_reqa-diroka-kurda-28229.webp

Di destpêkê de Ehmed Kurdo behsa dîroka têkiliyên biratiya di navbera Kurd û pêkhateyên din li Reqayê kir û destnîşan kir ku hewldan hebûn ku tevlîheviyê di navbera van girêdanan de derxînin. Her wiha Ehmed Kurdo got pêkhateyên Kurd û Ereb hewldaneke wan a serkeftî di avakirina nasnameya niştîmanî de heye.

Paşê Meysûn Kurd behsa binpêkirin û qirkirina di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ`ê ji bajêr re, kir. Meysûn behsa komkujiyên ku çeteyên DAIŞ`ê li dijî pêkhateyên civaka Êzidî li Şengalê, kir.

Meysûn di axaftina xwe de li dîrokê vegeriya û ev tişt anî ziman: "Her Erebekî ku Kurdek veşartibû hate cezakirin û ew bi 'kafirî' û bi gotinên ku nayên qebûlkirin, hatin tewanbarkirin. Ev tişt ji kiryarên derexlaqî li dijî me Kurdan li ser erdê çêbû."

Meysûn wiha dewam kir: "Birayên Ereb, mirovatiya wan hişt ku me biparêzin. Ev jî jiyana hevbeş û biratiya di navbera me de xurt dike. Bajarê Reqayê dergûşa hemû pêkhateyan û çavkaniya firkên azad ku QSD`ê ava kir."

Her wiha welatiya bi navê Fatma El-Elî jî wiha got: "Ji mafê Kurd û Ereba ye ku bi aştî bijîn. Kesên radîkal xwe di malên me de diteqandin, jinên me tecawiz dikir û zarokên me dikuştin."

Fatma El-Elî diyar kir ku bajarê Reqayê bi saya şervanên Kurd û Ereb ên di nava QSD`ê de ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin û destnîşan kir ku dîrok şahîda serkeftina wan e.

Fatma El-Elî got tevî hemû hewldanên hêzên derve di derxistina tevlîheviyê de, lê cewhera projeya neteweya demokratîk li ser esasê jiyan û rêveberiya hevbeş ku li herêmên me dijîn hate avakirin.

Di dawiya panelê de îşaret bi girîngiya lidarxistina panelên bi vî awayî hate kirin û hate gotin panel pêngaveke erênî di avakirina nifşekî ku baweriya wan bi diyalog û qebûlkirina kesên din de heye.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/f8l_fq3I_O8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>