Parlamenterê Iraqê: Divê medyaya Iraqê balê bikişîne ser berxwedana gerîla

Parlamenterê Iraqê Mihemed Beldawî bal kişand ser berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û ji medyaya Iraqê xwest berxwedana gerîla ya li hemberî dagirkeriyê bibîne.

Parlamenterê Iraqê: Divê medyaya Iraqê balê bikişîne ser berxwedana gerîla
22 gulan, 2021   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Bêdengiya hikumeta Iraqê û ya Başûrê Kurdistanê ya li hemberî dagirkeriyê jî dewam dike.

Li ser berxwedana gerîlayên azadiyê ya dijî dewleta Tirk a dagirker, parlamenterê Eniya Sadqun a li parlamentoya Iraqê Mihemed Beldawî, ji Rojnewsê re axivî.

Parlamenterê Iraqê pesnê berxwedana gerîla ya dijî dagikeriya Tirk da  û got: “Divê medyaya Iraqê balê bikêşe ser ew berxwedana gerîlayên qehreman a li herêma Kurdistanê.”

Parlamenterê Iraqê Beldawî bang li hikumeta Iraqê û ya Başûrê Kurdistanê kir ku ji bo rê li ber pîlanên dewleta Tirk bigirin, destwerdanê bikin.