Rojnameyên erebî: Ji ber dubarekirina senaryoya koçberkirinê li Sûriyê fikar hene

Rojnameyên erebî yên îro behsa siyaseta koçberkirinê ku ji aliyê Rûsya, dewleta Tirk û Îranê ve li Sûriyê tê meşandin û nakokiyên di navbera Washington û dewletên NATO’yê û dewleta Tirk de kir.

Rojnameyên erebî: Ji ber dubarekirina senaryoya koçberkirinê li Sûriyê fikar hene
22 gulan, 2021   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI BAŞÛRÊ SÛRIYÊ JI BER DUBAREBÛNA KOÇBERKIRINA BER BI BAKUR VE FIKAR HENE’

Rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Çalakvanên ji başûrê Sûriyê piştî ku bi dehan kes ji Quneytrayê ber bi gundewarên Helebê yên di bin serweriya komên Enqereyê de hatin şandin, fikarên xwe ji ber dubarekirina senaryoya koçberkirina ber bi bakurê welêt ve, eşkere kirin. Ev yek li gorî peymana di navbera hêzên rejîmê û muxalefetê de bi sponseriya Rûsyayê, hate kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku komên çete ku destekê ji dewleta Tirk a dagirker digirin, derbasbûna malbatên koçber ji gundê Um Batne yê girêdayî Quneytrayê ku ji 30 malbatan pêk tê, ber bi bajarê El-Bab ve, asteng kir. Çeteyan red kir ku ew derbas bibin û malbat çend saetan li dergeha Ebû El-Zindeyîn di navbera benda kontrolê ya rejîmê û ya çeteyên Artêşa Nîştîmanî de, asê man.”

‘WASHINGTON: TU HINCET NÎN IN KU ÇETE LI LÎBYAYÊ BIMÎNIN’

Girêdayî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: “DYA’yê red kir ku tu dewletek bihêle ku çeteyên girêdayî wan li Lîbyayê bimînin. Ev yek îşareteke diyar ji dewleta Tirk re ye. Hêzên navneteweyî ji ber astengbûna pêkanîna peymana ewlehî û siyasî li Lîbyayê bi mayîna çeteyan re û nepêkanîna benda taybet bi vekirina rêya di navbera rojhilat û rojavayê Lîbyayê de, rexne kir.

Nûnerê navneteweyî li Lîbyayê Kubiech ji ber berdewama bikaranîna bi hezeran çete, leşkerên biyanî û komên çekdar, hebûn û çalakiyên wê ku gefên mezin ne tenê li ser ewlehiya Lîbyayê lê belê li ser tevahî herêmê, hişyarî da.”

‘DEWLETA TIRK HEVGIRTINA NATO’YÊ HILDIWEŞÎNE’

Têkildarî tevgera dewleta Tirk û bandora wê li ser NATO`yê, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Şêwazê dewleta Tirk ê dijminatî li rojhilatê Deryaya Spî, Sûriye û heta Lîbya û Qerebaxê parçebûnek di têkiliyên hevalbendên NATO’yê de çêkir.”

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron roja înê banga hevgirtineke mezintirîn li NATO’yê kir û careke din dewleta Tirk rexne kir.”

(bx)