Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 57 kesên din bi covid-19 ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê îro ragihand ku li herêmê 57 kesên din bi covid-19 ketine û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 57 kesên din bi covid-19 ketin
21 gulan, 2021   12:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku li herêmê 2 nexweşên Koronayê jiyana xwe ji dest daye; mêrek ji Hesekê ye û mêrek jî ji Amûdê ye.

Mistefa her wiha destnîşan kir ku 57 kesên din bi Koronayê ketine, ew jî 30 mêr in û 27 jî jin in û li van herêman in:

Hesekê: 7

Qamişlo: 8

Dêrik: 1

Amûdê: 2

Dirbêsiyê: 2

Reqa: 20

Tebqa: 11

Dêrazor: 4

Kampa Holê: 2

Mistefa da zanîn ku 4 kes jî baş bûne.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 17 hezar û 328 kes bi Koronayê ketine, ji wan 711 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 762 kes baş jî bûne.

ANHA