Artêşa Îsraîlê: 3 moşek ji Sûriyê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku 3 moşek ji Sûriyê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin.

Artêşa Îsraîlê: 3 moşek ji Sûriyê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin
14 gulan, 2021   19:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adrai, li ser twittera xwe got: "Beriya çend kêliyan sê moşek ji hundirê Sûriyê ber bi axa Îsraîlê ve hatin dîtin. Yek ji wan li hundirê xaka Sûriyê ket û her du yên din li herêmeke vekirî ya Îsraîlê ketin."