Rojnameyên erebî: Tirkiyê bi vekişandina çeteyên xwe ji Lîbya hewl dide xwe nêzî Misirê bike

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa rewşa Lîbya, danûstandinên diyarkirina sînorê di navbera Lubnan û Îsraîlê re û vekişîna Amerîka ji Efganistanê û bandorên wê kir.

Rojnameyên erebî: Tirkiyê bi vekişandina çeteyên xwe ji Lîbya hewl dide xwe nêzî Misirê bike
4 gulan, 2021   07:59
NAVENDA NÛÇEYAN

 ‘LÎBYA CAR DIN JI TIRKIYÊ XWEST KU ÇETEYÊN XWE JI LÎBYAYÊ DERXÎNE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat di hejmara xwe ya îro de têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsî: “Di dan û standinên duh di navbera şandeyeke Tirkiyê û rayedarên hikumeta Lîbyayê de ku li Terablusê pêk hatine de, doza derxistina çeteyên girêdayî dewleta Tirk ji erdên Lîbyayê ya sereke bû. Şandeya Tirkiyê ji Wezîrê Karên Derve Mewlûd Çawûşoglu, wezîrê berevaniyê Xulusî Akar, fermandarê artêşê Yaşar Çolar û serokê îstixbaratê Hakan Fîdan, pêk hat.

Şandeya Tirkiyê bi serokê hikumeta Nîştimanî ya Lîbya ya demkî Ebdulhemîd El-Debîbe, serokê arkanê Mihemed El-Hîdad û wezîra karên derve Neclaa El-Menqûş re civiya. Di hevdîtinê de hevkariya her du welatan û rêbazên xurtkirina têkiliyan hatin nîqaşkirin.

Neclaa El-Menqûş piştî dan û standinên bi hempîşeyê xwe yê Tirk re got ku mijara ji nûve meşandina rêwîtiyên hewayî di navbera Tirkiye-Lîbyayê de hatiye nîqaşkirin û got: “Me ji dewleta Tirk xwest ku hemû hêzên biyanî yên Lîbyayê ji welêt derxîne.

Çavdêrên rewşê, serdana şandeya payebilind a Tirkiyê ya ji nişke ve ji bo Terablusê, bi zêdebûna bangawaziyên herêmî ji bo Enqerayê yên vekişandina hêzên xwe yên leşkerî û çekdarên alîgirên wê ji Lîbyayê ve girê dan. Nexasim ku ev serdan beriya dan û standinên Misir-Tirkiye yên muhtemel li Qahîreyê pêk tên, ku tê payîn hefteya bê dest pê bikin.”

 ‘LUBNAN LI DANÛSTANDINÊN DIYARKIRINA SÎNORÊ BI ÎSRALÎLÊ RE VEDIGERE’

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî dan û standinên di navbera Lubnan-Îsraîlê de wiha nivîsî: “Îro çav li darxistina rûniştina berdewamkirina dan û standinên ne yekser ên di navbera Lubnanê û Îsraîlê de ne, yên bi sponseriya NY`yî û navbeynkariya DYA`yê yên têkildarî diyarkirina sînorên deryayî yên başûr.”

 

 ‘VEKIŞÎNA AMERÎKA JI EFGANISTANÊ, STRATEJIYA CÎHANÎ YA BIDEN QELS DIKE’

Rojnameya El-Ereb jî behsa vekişîna Amerîka ji Efganistanê kir û wiha nivîsî: “Gelek analîzvan li ser wê yekê li hev dikin ku vekişandina serokê Amerîka ya hêzên Amerîkayê ji Eganistanê bi hatina Mijdarê re, dê bi xwe re encamên xeternak û bi tehlûk e bîne û dibe ku stratejiya ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê qels bike.”

(cx)