Çeteyên Dîfaa El-Wetenî li taxa Teyî 2 dibistan kirin navendên leşkerî

Çeteyên Dîfaa El-Wetenî dibistanên Fadil Ebdulezîz Hesen û Ibn Sîna yên li taxa Teyî ya li başûrê bajarê Qamişlo veguherandin navendên leşkerî.

Çeteyên Dîfaa El-Wetenî li taxa Teyî 2 dibistan kirin navendên leşkerî
25 nîsan, 2021   07:13
QAMIŞLO

Çeteyên bi navê Dîfaa El-Wetenî 2 dibistan veguherandin navendên leşkerî û ji van her du navendan êrişî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û sivîlan dikir.

Li gorî qanûnên navneteweyî dibistan ji avahiyên sivîl in, nabe ji bo xebatên leşkerî werin bikaranîn.

Li gorî endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, çeteyan piştî ku sekvanên xwe li ser banên her du navendan bi cih kirin, ji wir sivîl û hêzên wan kirin armanc.

Çeteyên Dîfaa El-Wetenî êrişî benda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li çerxerêya El-Wehdê ya Qamişlo kiribû û li ser bersivdayîna Hêzên Ewlekariya Hundirîn şer derketibû. Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxa Teyî bi pêş de çûn, çete ji Dibistana Fadil Ebdulezîz Hesen a li rojhilatê taxê derxistin.

Dibistana Fadil Ebdulezîz Hesen di sala 1975`an de hate avakirin û ji bo qonaxa seretayî dihat bikaranîn, heta beriya êrişan jî wekî navendeke leşkerî ya çeteyan dihat bikaranîn.

Çeteyên Dîfaa El-Wetenî êvara sêşema derbasbûyî êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li çerxerêya El-Wehdê ya li başûrê Qamişlo kir, di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hudirîn şehîd bû. Li ser bersivdayîna di navbera her du aliyan de şer derket.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/w3gBVbCXR-k" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>