ꞌDewleta Tirk ji peymana Stenbolê vekişiya ji ber ku ne li gorî siyasetên wê yeꞌ

Endama Nivîsgeha Jinan a MSD'ê ya Helebê Cîhan Mihemed got, peymana Stenbolê ne li gorî siyasetên dewleta Tirk a xwedî fikrên tundraw e û destnîşan kir ku armanca Tirkiyê ew ku rola jinan di hemû qadan de tune bike.

ꞌDewleta Tirk ji peymana Stenbolê vekişiya ji ber ku ne li gorî siyasetên wê yeꞌ
26 adar, 2021   06:25
HELEB-MIHEMED EBDO

Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip  Erdogan di 20`yê Adarê de giştînamyek derxist û tê de vekişandina dewleta Tirk ji peymana Stenbolê ragihand ku di 2011`an de mohr kiribû. Vê yekê hişt ku rêxistinên têkildarî kar û barên jinan û partiyên siyasî yên muxalif bertekan nîşan bidin.

Têkildarî mijarê endama Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a Helebê Cîhan Mihemed ji ANHA`yê re axivî.

Cîhan Mihemed di destpêka axaftina xwe de meha Adarê ku du boneyên cihêwaz digire nava xwe ku ew jî Newroz û Roja Jinan a Cîhanê ye, li gelê Kurd bi giştî û jinan bi taybet pîroz kir.

Der barê vekişandina dewleta Tirk a ji peymana Stenbolê de, Cîhan Mihemed got:"Dewleta Tirk bi vê boneyê diyariyeke nexweşik da jina Tirk  û  ji peymana Stenbolê vekişiya. Peymana Stenbolê di 2011`an de di navbera dewletên Ewropa û herêmê de ku têkildarî parastina jinan û malbatê e hate mohrkirin."

Cîhan Mihemed destnîşan kir ku Peymana Stenbolê ne li gorî siyaseta dewleta Tirk e ku li dijî jinên li Tirkiyê û jinên herêmên dagirkirî sûcan pêk tîne. Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk piraniya jinên siyasetmedar ên ku beşdarî çalakiyên Roja Jinan a Cîhanê bûbûn girtin û ji ber vê yeikê normal e ku xwe ji vê peymanê vekişîne.

ꞌARMANCA DEWLETA TIRK ROLA JINAN TÊK BIBEꞌ

Têkildarî daxuyaniyên Joe Biden ku tê de mixabinixaya xwe ya der barê vekişandina dewleta Tirk de nîşan da, Cîhan Mihemed destnîşan kir ku ev daxuyanî nîşana siyaseta dewleta Tirk a li dijî jinan e, ku xwe dispêre siyaseteke îxwançî û îslama tundraw e.  

Cîhan Mihemed got: "Em bi îslama nerm re ne, lê dewleta Tirk rêya îslama tundraw hilbijartiye ku rola jinan a di civakê û qadên siyasî de tune dike."

Cîhan Mihemed ev xalên li jêr rêz kirin: "Gotin peymana Stenbolê ne li gorî pîvanên civaka li Tirkiyê ye, ji ber ku peyman rolekê dide hevzayendan, lê ev jî buhaneyên dewleta Tirk a ku ji beriya deh salan ve peyman mohr kiriye, wê demê niha çi guhartin çêbûne?"

Cîhan Mihemed di nava gotinên xwe de mînakên têkildarî sûcên qetilkirin, revandin û destdirêjiyê bi bîr xistin ku dewleta Tirk ên li dijî jinên siyasetmedarên Tirk û jinên sûrî yên li herêmên dagirkirî nexasim li Efrînê pêk tînin.

ꞌDEWLETA TIRK PARASTINA JINAN NAKE Û DÊ NEKE JÎꞌ

Endama Nivîsgeha Jinan a MSD`ê di berdewamiya gotina xwe de bal kişand ser berxwedana jinan û got: "Mafê jinan e ku parastina xwe bikin, dema dewleta Tirk êrişî Efrînê kir YPJ`ê li hemberî wê sekinî. Heger em bala xwe bidinê dema Barîn Kobanê şehîd ket çeteyan bi cenazeyê wê lîst û ev jî sûcekî derexlaqî ye û dikeve nava lîsteya sûcên şer."

Cîhan Mihemed bal kişand ser cezayê muebed ku dewleta Tirk li dijî Çîçek Kobanê birî ye û got: "Ji ber ku Çîçek Kobanê di dema êrişên dagirkirina Girê Spî de erka parastina xaka xwe bersivand, ji lew re nabe ku mirov vê yekê paşguh bike, tu sedemên rewa û qanûnî ji vî cezayê re nîne, wê demê çawa dewleta Tirk dibêje, peymaneke taybet bi parastina jinan ne gerek e?"

Endama Nivîsgeha Jinan a MSD'ê ya Helebê Cîhan Mihemed di dawiyê de da zanîn ku divê zextek li dewleta Tirk were kirin, da ku ji peymana Stenbolê venekişe û divê dewleta Tirk li şûna sûcan pêk bîne siyaseteke aştiyane bimeşîne.

(eh)

ANHA