Sekreterê Yekitiya Ereban: Divê em ji niyet û duristbûna dewleta Tirk piştrast bibin

Sekreterê giştî yê Yekitiya Ereban Ehmed Ebû El-Xêz piştrast kir ku tevgerên Enqereyê di çend salên dawîn de gelek tund bûn û hewl da li gelek herêman belav bibe. Niha jî hewl dide eniyan aram bike û çareseriyên li dora xwe çareser bike. Ebû El-Xêz banga piştrastbûna ji niyetên wê û duristbûna wê kir. 

Sekreterê Yekitiya Ereban: Divê em ji niyet û duristbûna dewleta Tirk piştrast bibin
25 adar, 2021   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Ebû El-Xêz di hevpeyvîneke li gel televîzyona El-Erebiye de got: “Em nikarin tevgerên dawîn ên dewleta Tirk ên têkildarî aramkirina eniyan bi hinek dewletan re fêm bikin an jî şîrove bikin. Di çend salên dawîn de tevgerên Enqereyê gelekî tund bûn.”

Ebû El-Xêz wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk ji ber tevgerên xwe, li rojhilatê Deryayê Spî, Yewnansitan, Qibris, Misir, Îsraîl, Balkan, Asyaya Navîn, bakurê Afrîkayê û Kendavê gelek enî vekirin. Enqereyê hewl da hegemonyaya xwe fireh bike û li hemberî gelek aliyan re mîna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Yekitiya Ewropayê (YE) û Fransayê sekinî.” 

Ebû El-Xêz da xuyakirin ku niha jî ji ber ku pirsgirêkên li dora wê pir bûne, hewl dide eniyan kêm bike û asta rûbirûmayîna bi gelek dewletan re teng bike û wiha pê de çû: “Gelo di tevgerên xwe de durist e? Ji dewletên Kendavê û Misirê re vekirî ye gelo armancên wê ji vê yekê çi ye? Rojên bê dê niyetên Tirkiyê ji vê aramiyê eşkere bikin.”

Sekreterê giştî yê Yekitiya Ereban destnîşan kir ku heta vê kêliyê dewleta Tirk mudaxeleya bakurê Sûriyê û Iraqê dike û hewldanên mudaxelekirina qada Lubnan, Somalî, Deryayê Sor û Afrîkayê hene. Ji bo wê Ebû El-Xêz banga şopandina rewşê kir.

Ebû El-Xêz got: “Em bi hemû lihevkirinên durist re ne. Lê divê em ji niyetên dewleta Tirk piştrast bibin ka armanca wê çi ye.”

Di çend rojên dawîn de daxuyaniyên dewleta Tirk têkildarî gelek dosyayên herêmê hatin guhertin. Ya herî girîng vegerandina têkiliyan bi Misir û dewletên Kendavê re.

(şx)