​​​​​​​Rojnameyên erebî: Misir di navbera Filistîn û Îsraîlê de navbeynkariyê dike  

Rojnameyên erebî yên îro behsa dosyayên Filistîn, Îran û Iraqê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Misir di navbera Filistîn û Îsraîlê de navbeynkariyê dike  
24 sibat, 2021   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

‘MISIR HEWL DIDE TOREKE BERJEWENDIYÊN HEVBEŞ ÊN FILISTÎN Û ÎSRAÎLÊ AVA BIKE’

Rojnameya El-Ereb di hejmara xwe ya îro de behsa navbeykariya Misirê û hilbijartinên Filistînê kir ku tê payîn îsal pêk bên û wiha nivîsî: “Misir hewl dide derfetên aboriyê bi kar bîne da ku piştgiriyê bide aktîfkirina dan û standinên Filistîn-Îsraîlê yên ji beriya çend salan ve hatine rawestandin û toreke berjewendiyan di navbera her sê aliyan de ava bike.

Serdana vê dawiyê ya wezîrê petrolê yê Misirê Tariq El-Mela ji Dîfa Xerbiyê re van niyetên Misirê piştrast dike ku di serdanê de ji bo pêşxistina zeviyeke gazê li Xezayê û binesaziya pêwîst muzakereyeke lihevkirinê pêk hat.

Her wiha Misir û Îsraîlê li ser avakirina xeteke nû ya gazê di navbera zeviya Leviathan a li rojhilatê Deryaya Spî û girêdana wî bi xetên gaza xwezayî yên li bakurê Misirê, li hev kir. Armanc ji wê yekê zêdekirina miqdara gaza xwezayî ye ku difiroşin Ewropayê.

Çavkaniyên dîplomatîk tekez kir ku hewldanên Misirê rastî piştgiriyeke herêmî û navneteweyî tên û rê li pêşxistina têkiliyên siyasî yên di navbera hikumeta Fîiistîn û Îsraîlê de vedikin.”

‘KOMARPARÊZ HEWL DIDIN RÊ LI VEGERA BIDEN JI PEYAMAN NUKLEERÎ RE BIGIRIN’

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî têkildarî redkirina parlamanterên ji Partiya Komarparêz a DYA’yê ji hewldanên Biden ên vegera li peymana nukleerî re nivîsî û destnîşan kir ku komarparêzên di senatoya Amerîkayê de zextên li ser Biden zêde dikin da ku venegere peymana nukleerî ya bi Îranê re.

Parlamanterên Komarparêz redkirina xwe ji hewldanên serokê Amerîkayê Biden ên vegera li peymanê re, nîşan dan.”

‘DÊ IRAQ NEBE QADEKE TESFIYEKIRINA HESABAN’

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî rewşa Iraqê destnîşan kir ku hikumeta Iraqê dest bi bersivdayîna moşekên katyûşa kir ku di saetên borî de Herêma Kesk ya Bexdayê kiribû hedef. Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî duh piştrast kiribû ku dê Iraq nebe qadeke tesfiyekirina hesaban û tekez kiribû ku operasyonên li dijî terorê dewam dikin.

(cx)