Li Efrîna dagirkirî 3 welatî hatin revandin

Çavkaniyan ji hundirê Efrînê ragihand ku 3 welatî ji aliyê istixbaratên dewleta Tirk li navçeya Mabata û Raco yên girêdayî Efrînê, hatine revandin.

Li Efrîna dagirkirî 3 welatî hatin revandin
22 sibat, 2021   10:15
ŞEHBA

Çavkaniyan tekez kir ku istixbaratên dewleta Tirk 3 welatî ji gundewarên navçeya Mabata û Raco yên Efrîna dagirkirî, revand.

Li gorî çavkaniyan ku welatiyên hatine revandin Aslan Ehmed Emîn û Aslan Behrî Emînin ji gundê Amara yê girêdayî navçeya Mabata ne.

Dema ku her du welatî ji Efrînê ber bi gundê xwe ve vedigeriyan li rêya gundê Kokan ê bakurê navçeyê hatine revandin û çarenûsa wan ne diyar e.

Her wiha çavkaniyan destnîşan kir ku duh welatiyê bi navê Hemîd Qedro Mihemed ji şêniyên gundê Mosaka yê rojavayê navçeya Racoyê hate revandin û çarenûsa wî ne diyar e.

Li gundewar û navenda kantona Efrîna dagirkirî, sûc, revandin, talankirin, dizî, şewitandina darên zeytûnan ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve têne kirin.

(bx)

ANHA