​​​​​​​'Gelên herêmê ji fikir û felsefeya rêber Ocalan biratiya gelan pêk tînin'

Endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê got rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî girtî ye, lê fikirên wî azad in û piştrast kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê fikirên rêber Ocalan pêk tînin.

​​​​​​​'Gelên herêmê ji fikir û felsefeya rêber Ocalan biratiya gelan pêk tînin'
13 sibat, 2021   08:15
TEBQA

Komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de li paytexta Kenyayê Naîrobiyê pêk hat. Komplo bi beşdariya MÎT’a Tirk bi îstîxbarata Amerîka, Brîtanya û Yewnanistanê û gelek îstîxbaratên dewletên dîtir bi rê ve çû.

/ar/uploads/files/2021/02/12/191619_alywm-alaswd-28129.bmp

Girêdayî mijarê, hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Îbrahîm Mihemed got: "Rêber Abdullah Ocalan ne bi fikira xwe lê bi bedena xwe hatiye dîlgirtin. Her wiha gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro xwe spartiye fikir û pirtûkên Rêbertî û biratiya gelan û neteweya demokratîk li ser erdê dimeşînin."

Mihemed da zanîn ku dê Rêveberiya Sivîl a Tebqayê bi rêya çalakiyên cur bi cur ji semîner, civînên girseyî û pêşandana sînevîzyonan xebatê li ser eşkerekirina Komploya Navneteweyî bike.

Mihemed bang li rêxistinên hiqûqî, saziyên mafên mirovan û civaka navneteweyî kir ku xebata li ser serbestberdana rêber Abdullah Ocalan bikin.

/ar/uploads/files/2021/02/12/191754_alywm-alaswd-28229.bmp

Endama Koordînasyona Komîteya Jinan a Tebqayê Welaa Nacî wiha got: "Armanc ji dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan, şikandina vîna gelan û bidûrxistina wî ji kesên felsefe û fikira wî hembêz kiriye."

Welaa Nacî wiha gotina xwe domand: "Ji ber rêber Ocalan tevahî pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryan, Asur û Ermen li ser jiyana hevbeş hişyar kirin, kapîtalîstan şerê wî kir."

Welaa Nacî Komploya Navneteweyî şermezar kir û wiha domand: "Îro gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelên cîhanê vê komploya kirêt a navneteweyî ya li dijî rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan bi bîr dixin."

Welaa Navî da zanîn ku jinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê rêça têkoşînê bi rêya çalakiyên konvedanê, daxuyaniyan û şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û sûcên wê yên li dijî rêber Abdullah Ocalan temam bikin.

Welaa Nacî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Pêwîst e rêbertî bêyî tu şertan were berdan, li welat û gelê xwe vegere. Ji ber fikira Rêbertî serkeftinên mezin di nava gelên cîhanê de ava kirin."

(fr)

ANHA