Îranê tetbîqatên leşkerî li nêzî sînorê Iraqê, pêk tîne

Hêzên Pasdarên Îranê, îro dest bi tetbîqatên leşkerî li nêzî sînorê Iraqê kir.

Îranê tetbîqatên leşkerî li nêzî sînorê Iraqê, pêk tîne
11 sibat, 2021   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Associated Press ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî leşkerî, tetbîqatên ku salane têne lidarxistin, bi armanca amadekirin û nirzandina hêzên Pasdarên Îranê vê carê navê Resûl El-Ezam lê hate kirin.

Tê payîn ku di tetbîqatan de balafirên bê mirov û helîkopter dê werin bikaranîn.

Di mehên dawî de bi armanca zexta li ser serokê Amerîkayê Joe Biden der barê hevpeymana nuklerî, Îranê perwerdeyên leşkerî zêde kirin.

(dx)