Rojnameyên erebî: Pêşniyarên nû yên Amerîkayê der barê Sûriyê de

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî siyaseta nû ya Amerîkayê li Sûriyê, tevgerên dewleta Tirk a dagirker û aloziya Lîbyayê nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Pêşniyarên nû yên Amerîkayê der barê Sûriyê de
30 ÇILE, 2021   08:28
NAVENDA NÛÇEYAN

‘PÊŞNIYARÊN JI BO BIDEN; DAN Û STANDINEKE BI ŞERT BI ESED RE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rojeva Sûriyê wiha nivîsî: "Beriya ku rêveberiya serokê nû yê Amerîkayê Jeo Biden bê rûniştandin û avakirina "tîma Sûriyê" temam bibe, hin siyasetmedar, dîplomat û pirsporan pêşniyar ji Washingtonê kirin ku nêzîkatiyeke "gav bi gav" bi Şamê re dayne û "dan û standineke bi şert" bi serokê wê Beşar Esed re pêk bîne."

Li ser wê yekê tê lihevkirin ku dê dosyaya Sûriyê ji bo rêveberiya Biden dê ne dosyake sereke be, lê belê dê parçeyekî dosyayên din wekî têkiliyên bi Tirkiye û Rûsyayê re û peymana nukleerî bi Îranê re be. Li gel wê yekê, rayedarên di rêveberiya Biden de hin pêşniyar ji bo nêzîkatiyeke nû wergirtin.

Çavdêr dibînin ku nêzîkatiya "gav bi gav" ku hatiye pêşniyarkirin, ne diyariyeke ji bo hikumeta Sûriyê, lê belê derfeteke nû ye ku stratejiya xwe biguherîne, her wiha wekî rêbazeke nû ya zextê ya rêvebeirya Biden bi nav kirin.

Lê belê hin berpirsên rojavayî dibêjin ku nêzîkatiya "gav bi gav" berê hatiye ceribandin û li Viyana û Cinêvê civînên veşartî di navbera Amerîka û Rûsyayê de pêk hatine û bê encam bi dawî bûne.”

‘TEVGERÊN LEŞKERÎ YÊN DEWLETA TIRK NÎŞANEYA DAGIRKIRINA BEŞÊN DIN ÊN IRAQÊ NE’

Der barê tevgerên dewleta Tirk ên li herêmê de rojnameya El-Ereb ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ji îstixbarata Iraqê, wiha got: “Hêzên dewleta Tirk li parêzgeha Nînewayê li gelek nuqteyan belav bûne. Qada pêkanîna erkên keşfê zêde kirin, ev nîşaneyên operasyoneke bejahî li dijî Şengalê didin.

Li gorî heman çavkaniyan, balafirên keşfê yên dewleta Tirk di çend rojên dawîn de li herêmên parêzgeha Nînewayê yên nêzî sînorên Iraqê bi Sûriyê re, gelekî geriyan. Ev tevger piştî daxuyaniyên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên di 22`yê Çileyê de zêde bûn, dema bi awayekî eşkere gefa destwerdana li dijî Şengal û dagirkirina wê xwar.

Çavdêrên rewşa Iraqê diyar dikin ku dewleta Tirk bi hinceta binkeftina lihevkirina di navbera hikumeta navendî ya Iraqê û desthilata herêma Kurdistanê de ya der barê herêmê de, dibe ku amadekariya pêkanîna êrişekê di çend rojên bê de dike da ku herêma Şengalê dagir bike.

Erdogan, piştî çend rojan ji serdana wezîrê parastinê yê Tirk Hulusî Akar ji Bexda û Hewlêrê re daxuyaniyên “provokatîf” dan. Li gorî çavkaniyên siyasî yên agahdar, nameyên Erdogan ji her du aliyan re qet ne nerm bûn.

Her wiha heman çavkaniyan got: “Wezîrê parastinê yê Tirk gef li rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê têkildarî mijara dosyaya dergehê sînor ê Tirkiyê yê bi Mûsilê re xwar, heke bi Enqereyê re di şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de hevkar nebin.”

‘NÎŞANEYÊN BIRYAREKE NAVNETEWEYÎ YA CIDÎ JI BO DERXISTINA ÇETEYAN JI LÎBYAYÊ’

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bang li çeteyan kir ku yekser ji Lîbyayê derkevin û got: “Lîbyayê berdin”. Her wiha Antonio Guterres diyar kir ku pêwîst e tevahiya hêzên biyanî û çete ji Lîbyayê derkevin, gelê Lîbyayê bi tenê bihêlin ji ber ku dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Çavdêrên rewşa Lîbyayê xuya dikin ku dê di pêvajoya bê de helwesteke cidî ya navneteweyî li hemberî dozên biyaniyan û çeteyan derkeve ku li pêşiya çareseriya aştiyane bûne astengî. Çavdêr îşaret pê dikin ku civaka navneteweyî dê cezayan li ser aliyên derve yên hevkar ferz bikin, di serî de rejîma Tirk a ku hîna li hincetan digere da ku ji vî welatî dernekeve. 

Çavdêr xuya dikin ku bangewaziya Washingtonê ya derketina çeteyan diyar e û di nava xwe de nîşaneyên guhertina helwesta Amerîkayê ya li hemberî Lîbyayê bi taybet rola dewleta Tirk a mêtingerî, dihewîne.”

(cx, şx)