Salvegera damezirandina Kongreya Star li herêma Cizîrê hat pîrozkirin

Kongreya Star li navçeyên Dirbêsiyê û Til Hemîsê salvegera 16`an a damezirandinê bi 2 şahiyan pîroz kir.

Salvegera damezirandina Kongreya Star li herêma Cizîrê hat pîrozkirin
Salvegera damezirandina Kongreya Star li herêma Cizîrê hat pîrozkirin
Salvegera damezirandina Kongreya Star li herêma Cizîrê hat pîrozkirin
Salvegera damezirandina Kongreya Star li herêma Cizîrê hat pîrozkirin
Salvegera damezirandina Kongreya Star li herêma Cizîrê hat pîrozkirin
Salvegera damezirandina Kongreya Star li herêma Cizîrê hat pîrozkirin
14 ÇILE, 2021   13:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 16`an a damezirandina Kongreya Star, li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê şahiyek li Stada Beledî li dar ket. Bi sedan şênî û endamên saziyên sivîl û Kongreya Star tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê de bi navê Kongreya Star endama kongreyê ya navçeyê Mîdye Hesen axivî û ev roj li tevahiya jinên ku ji bo azadiya jinan tê dikoşin, pîroz kir. Mîdye destnîşan kir ku jinên Kurd roleke pêşeng lîst, bi vîn û berxwedana xwe gelek destkeftî bi dest xistin.

Mîdye piştrast kir ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan gelek serkeftin bi dest xistin.

Di dawiya şahiyê de beşdaran li ber stranên Koma Zîlan a Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Dirbêsiyê dîlan girt.

TIL HEMÎS

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZfTdp7mKVSc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Di heman çarçoveyê de li navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê şahiyek hat lidarxistin, bi dehan şênî û saziyên sivîl û endamên Kongreya Star tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê de endama rêveberiya Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê Ibtîsam El-Hisên axivî û salvegera 16`an a damezirandina  kongreyê li tevahiya jinan pîroz kir û wiha got: “Ev rêxistin ne ku ji nişka ve ava bû, ew mîrasa têkoşerên mîna Bêrîtan, Zîlan û Sakîne ye ku ji bo azadiya jinan canê xwe feda kiriye.”

Der barê rola Kongreya Star ji bo birêxistinkirina jinan di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, Ibtîsam wiha axivî: “Kongreya Star tevahiya jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hembêz kir.”

Şahî bi stranên koma Til Hemîsê ya girêdayî Tevgera Çand û Hunerê bi dawî bû.

(şx)

ANHA