Jinên Reqayê: Leyla Guven sembola jina azad e

Jinên bajarê Reqayê gotin ku dewleta Tirk ji pêşketin û çalakiyên jinan ên di qada siyasî de ditirse û ji bo xeteriyeke mezin dibîne. Her wiha dan zanîn ku Leyla Guven sembola vîna jina azad e.

Jinên Reqayê: Leyla Guven sembola jina azad e
4 ÇILE, 2021   08:41
REQA-RÛBA El-ElÎ

Desthilta Tirk 22 sal cezayê girtîgehê li parlementera HDP`ê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)Leyla Guven  birî, vê yekê hêrsa jinan li seranserî cîhanê rakir.

Endamên Rêveberiya Jinan a Reqayê cezaya ku desthilata Tirk li dijî têkoşer Leyla Guven biriye şermezar kir û wekî tundiya siyasî ya li dijî jinên çalakger ên ku banga azadiyê dikin bi nav kir.

ꞌARMANCA DEWLETA TIRK LAWAZKIRINA JINAN  Eꞌ

Endama  Rêveberiya Jinan a Reqayê Îtîmad  Ehmed  diyar kir ku armanca dewleta Tirk lewazkirina jinan û  sînordarkirina beşdariya wan  ji karê siyasî û şikandina vîna jinan re ye.

Îtîmad Ehmed da zanîn  ku dewleta Tirk  ji çalakî û pêşketina jinên Kurd ên di qada siyasî de ditirse, isbata vê yekê jî şehîdxistina siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef e û wiha domand: "Cezaya ku li hevseroka KCD`ê Leyla Guven hatiye birîn meşeleya azadiyê û giyanê aştiyê ku têkoşer Leyla Guven pê bang dike, venmirîne. Ji ber ku Leyla Guven fikir û piransîpên xwe diparêze da ku ji Erdogan ê dîktator îsbat bike ku vîna wê ji siyasetên wî yên faşîst bihêztir e."

Îtîmad Ehmed eşkere kir ku civaka navneteweyî berpirsa sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan e û di dawiyê de bang kir ku divê qanûnên ku jinan ji van binpêkirinan diparêzin werin peydakirin.

ꞌBERXWEDANA LEYLA GUVEN JI BO GELÊN  CÎHANÊ  MINAREYE  YEꞌ

Endama Komîteya Lihevanînê ya Rêveberiya  Jinan  a  Reqayê Emîna Hemdan bal kişand li ser sûcên  dewleta Tirk ên li dijî  gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha dom da axaftina xwe t: "Ji van sûcan têr nebû û jî asta sûcên xwe bilintir kir, têkoşera ku banga mafên xwe yên rewa kir girt.  Leyla Guven bi axaftina xwe ne bi çekê şer kir û di girtîgehên  Tirkiyê de kete greva birçîbûnê, bi hezaran tev  li wê bûn, da ku vê grave ji tevahî gelên cîhanê re bibe minareyek."

Emîna Hemdan diyar kir ku  dewleta Tirk  dixwaze dawî li têkoşîn  û ramana jinan bîne, ji ber xeteriyek li ser wan çêdike û got: "Ji ber ku jin bingeha avakirina civakê ye, dema jinan  digirin  hewldana vemirandina tîrêja berxwedanê  dikin, lê belê dê berxwedan  berdewam e û dê raneweste."

Emîna Hemdan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em hemû Leyla Guven in, em ê li hemberî dagirkeriya Tirk bisekinin, her çiqas binpêkirin zêde bibin dê asta têkoşînê bilindtir dibe."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DRAFfoAP_cA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>