‘Divê PDK’ê ne ji bo dijmin, lê ji bo gelê Kurd bixebite'

Jinan nerazîbûn nîşanî êrişa dawîn a hêzên PDK’ê ya li dijî nuqteyên grîla dan û gotin: "Ev kiryar şerm e. Divê PDK'ê ne ji bo dijmin, lê ji bo xizmeta gelê Kurd bixebite."

 ‘Divê PDK’ê ne ji bo dijmin, lê ji bo gelê Kurd bixebite'
28 kanûn, 2020   09:58
HESEKÊ-OLVA HAC MENSÛR

Di 13’yê vê Kanûnê de, hêzên PDK’ê êrişî nuqteyên gerîlayên HPG’ê yên li gundê Sergelê yê navçeya Amediyê kirin, di encamê de 3 gerîla birîndar bûn.

Jinên navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê êriş şermezar kirin û gotin ew êriş dikevin ximzeta dijminê gelê Kurd, di serî de jî dikeve xizmeta dewleta Tirk a dagirker.

Şêniya bi nave Enûd Mihemed got ku êrişa dawîn a hêzên PDK’ê ya li dijî nuqteyên gerîla pir şerm e û dê dîrok wê şermezar bike û wiha domand:"Ev êriş di demekê de ku gelê Kurd li tevahî Kurdistanê li benda pêkanîna yekitiya Kurd, çareserkiria doza Kurd û vegerandina tevahî xakên dagirkirî ye, pêk hatin."

Enûd Mihemed bang li PDK’ê kir ku li pey planên dewleta Tirk neçe û got: "Em yek gel in, tu cudahî di navbera pêşmerge û gerîla de tune ye, her du ji bo doza Kurd tê dikoşin. Ji lew re divê şerê birakujî bisekinînin."

Li aliyekî din jî Raziya Deidoş banga yekitiyê li partiyên Kurd kir û got: "Divê partiya kurdî bibin yek û şerê kurdî-kurdî derxînin. Gelo çawa Kurd birayê xwe yê Kurd bikuje? divê em bi hev re tê bikoşin û li ber xwe bidin."

Delal Cuma jî berpirsa bûyerên li Başûrê Kurdistanê dibin, hilgirt ser Mesûd Barzanî û wiha got: "Êrişa beriya çend rojan li Başûrê Kurdistanê rû daye, pir şerm e."

Delal Cuma di dawiyê de bang li PDK’ê kir ku êrişên xwe yên li dijî nuqteyên gerîla rawestîne, li ser maseyekê bicive û danûstandinan pêk bîne, da ku bigihînin çareyeke ku têkeve ximzeta gelê Kurd, ne dijminên gelê Kurd.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/usGywlZuJ2g" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>