Meşa dirêj a ciwanan gihişte Amûdê

Meşa endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan bi diruşmeyên "Bijî serok Apo", "Em ê teqez bi ser kevin" û "Na ji xiyanetê re" gihişte navçeya Amûdê.

Meşa dirêj a ciwanan gihişte Amûdê
25 kanûn, 2020   17:50
QAMIŞLO

Meşa dirêj a endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan piştî rojekê li ser piyan gihişte navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê. Meş ji aliyê şêniyên navçeyê ve bi diruşmeyên silavkirina ciwanan û berxwedana rêber Abdullah Ocalan hate pêşwazîkirin.

Ciwan, li pêşiya navenda ciwanan a navçeyê sekinîn û li derdora xelekên agir govend gerandin.

Tê payîn ku meş sibe sibeha ber bi bajarê Qamişloyê ve dest pê bike.

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên PDK'ê yên dawî yên li hemberî  HPG'ê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan 24'ê Kanûnê ji navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê dest bi meşa dirêj kirin. Di meşê de qonaxa duyemîn a pêngava "Em ê teqez bi ser bikevin" hate ragihand.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7SPznK2Q_Yg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>