Artêşa Tirk a dagirker gundên Amediyê bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer gundên Amediyê yê başûrê Kurdistanê bi dijwarî bobebaran kir. Di heman demê de artêşa Tirk ji nav baregehên xwe yên li Başûrê Kurdistanê heman herêm topbaran dikir.

Artêşa Tirk a dagirker gundên Amediyê bombebaran kir
18 kanûn, 2020   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer gundên Amêdiyê bi dijwarî bombebaran kir. Di heman dema bobmebarana balafiran de artêşa Tirk a dagirker ji nav baregehên xwe yên li Başûrê Kurdistanê jî heman herêm topbaran dikir.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, balafirên şer yên dewleta Tirk gundên herêma Nihêl û çiyayê Metîna ya dikeve ser parêzgeha Dihokê, bi dijwarî bombebaran kir.

Di derbarê encama bombebaranê de tu agahiyên zelal nehatine bidestistin.