Li Reqayê panelek li ser "Qanûna rêvebirinê" hate lidarxistin

Meclisa Jinan a Sûriyê panelek bi sernavê " Rêvebirin", hêmanên wê, mekanîzmaya xebatê û tecrûbeya wê li herêmên Rêveberiya Xweser li dar xist.

Li Reqayê panelek li ser "Qanûna rêvebirinê" hate lidarxistin
Li Reqayê panelek li ser "Qanûna rêvebirinê" hate lidarxistin
Li Reqayê panelek li ser "Qanûna rêvebirinê" hate lidarxistin
13 kanûn, 2020   15:47
REQA

Panel bi beşdarbûna kesaysetên jin ên serbixwe, endamên Nivîsgeha Jinan a Meclisa Qanûnsaz û endamên rêxistinên civaka sivîl li dar ket.

Panel bi deqeyeke rêzigirtinê dest pê kir, piştre endamê Rêxistinên Civaka Sivîl Îbrahîm Şehade mijara panelê şîrove kir û wiha got: "Pêdiviya rêvebirinê di radeya yekemîn de bi pisporiyên mirovî, zanebûn û pergalên pêşketî heye. Her wiha pêwîstiya wê bi nemrbûn, zelalbûn, biryar, qanûnên li gorî dem û cih û tevahî rewşên diyalektîk û xwebûnê heye. Ew tevahî jî vedigere hebûna pisporiyên mirovî yên zanebûnê ku tê de diyalektîk, rihê komînal, enerjiyên awarte yên lêkolîn, plankirin, birêvebirin û şopandinê hebe."

 ‘HÊMANÊN RÊVEBIRINÊ HENE Û DIVÊ GIRÎNGIYÊ BIDINÊ’

Li aliyekî din jî, serokê Nivîsgeha Berhemên Sewalvaniyê Mehmûd Hemzawî behsa rêgeza lêpirsîn, nêrîna pêşerojê, stratejî û çavdrêiya di wateya birêvebirina pêşerojê de kir û wiha got: " Divê ji her plan an jî projeyeke stratejî re xebateke cuda hebe. Ew jî divê li gorî armanc, sedem, encam û derfeta pêkanînê be. Anku divê aliyekî çavdêriya li ser pêkanîna wê bike, da ku projeya hatiye danîn li gorî lêkolîn û planên wê bi ser keve. Lê heke kêmasî hebe, divê çavdêr lêpirsînê li ser wê kêmasiyê bike, ku bi mebest an jî bi çewtî pêk hatiye."

MEKANÎZMAYA XEBATA RÊVEBERIYÊ

Der barê pergala xebata rêvebirinê de endama rêveber a Nivîsgeha Rêxitina Jinan a Meclisa Jinan a Sûriyê Şemse Sîno diyar kir ku ne pêkan e tevahî mekanîzmayên xebata rêvebirinê li ser tevahî saziyan heta di hundirê hikumetan de bibe yek, tu pîvanek guncaw li gorî tevahî saziyan jî tune ye. Ji ber cudahiya rêveberiyê, nermbûn e. Bi wê re jî tevahî sazî ji hev cuda ne û heta cudahî di hundirê hikumetekê de jî heye.

Şemse Sîno mekanîzmaya xebata rêvebirinê şîrove kir û wiha pê de çû: "Pergala rêvebiriyê pergalekî xurt e, birêvebirina stratejî ya saziyê datîne. Ev jî ne jî taybetmendiya rêveberiyê ye, ji wê zêdetir jî xebata çavdêriyê dike. Lê rêveberî girêdayî xebatên rojane yên saziyê ye. "

Di dawiya panelê de, pirs û nîqaşên beşdaran li ser tecrûbeya Rêveberiya Xweser û serkeftina wê di xebatên saziyan de li van herêman hatin kirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RQQSvUnRy8M" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>