Nûnertiya PYD`ê ya Başûr: Divê tu kes bi çavê tawanbariyê li Kurdên ji Rojava nenêre

Nûnertiya PYD`ê ya Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku daxwazên gelê Başûrê Kurdistanê ji bo pêşxistina rewşa aborî rewa ne û destnîşan kir ku divê tu kes bi çavê tawanbariyê li Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê nenêre.

Nûnertiya PYD`ê ya Başûr: Divê tu kes bi çavê tawanbariyê li Kurdên ji Rojava nenêre
12 kanûn, 2020   09:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnertiya Partiya Yekitiya Demokraîtk (PYD) a li Başûrê Kurdistanê der barê xwepêşandanên li Başûr de daxuyaniyek da.

Nûnertiya PYD’ê di daxuyaniya xwe de got: “Li Başûrê Kurdistanê ji çend rojan ve li gelek bajaran, ji bo pêşxistina rewşa jiyanî û dayîna mûçeyên karmendan xwepêşandan li dar dikevin. Di wan xwepêşendanan de gelek baregeh û hinek cihên din hatin şewitandin. Hinek başdarên xwepêşandanan tundî bi kar anî û Kurdên ji Rojava pê hatin tawanbarkirin. Gelek Kurdên ji Rojava bi vê bihaneyê hatin girtin.”

Nûnertiyê di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku daxwazên gelê Başûrê Kurdistanê ji bo pêşxstina rewşa aborî, daxwazên xwezayî û rewa ne û ev yek mijareke hundirîn a têkildarî hemwelatiyên Başûr e. Nûnertiyê anî ziman ku bikaranîna tundiyê zirarê digihîne saziyên giştî û ew vê yekê qebûl nakin. Her wiha bal kişand ser bikaranîna tundiyê ji hêla hêzên asayîşê ve û got ku ew dê rewşê aloztir bike.

Nûnertiyê di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Divê bi çavê tawanbariyê li Kurdên ji Rojavayê neyên nêrîn. Ewlehiya li Başûrê Kurdistanê ji erka hemû kesan e ku li wir dijîn. Lewra divê ji tundiyê bi dûr kevin. Em bang li hemûyan dikin ku xwedî li giyanê berpirsyariyê û hevkariyê derkevin da ku vê aloziyê derbas bikin.”

(şx)