"Tundiya li dijî jinan" bi vî sernavî MSD`ê du semîner dan

Di çarçoveya rêzesemînerên ku Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li dar dixe, îro li bajarê Hesekê û navçeya Dirbêsiyê du semînerên bi sernavê "Tundiya siyasî ya li dijî jinan" li dar xistin.

"Tundiya li dijî jinan" bi vî sernavî MSD`ê du semîner dan
"Tundiya li dijî jinan" bi vî sernavî MSD`ê du semîner dan
"Tundiya li dijî jinan" bi vî sernavî MSD`ê du semîner dan
"Tundiya li dijî jinan" bi vî sernavî MSD`ê du semîner dan
9 kanûn, 2020   14:56
HESEKÊ

Li Dirbêsiyê semîner li hola civînan a MSD`ê, bi beşdariya endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û kesayetên serbixwe hate lidarxistin.

Endama Nivîsgeha Rêxistinê ya MSD`ê ya navçeya Dirbêsiyê Şêrîn Mihemed semîner da û tê de behsa rola jinan di dîroka şaristaniyên welatên navbera her du çeman de kir. Ji ber di wê demê de xwedawend bû, fikir û çand dewlemend dikir.

Şêrîn Mihemed diyar kir ku di pêvajoya dîrokê de jinan xwe spand, şaristanî ava kir, di  wan serdeman de roleke diyarker lîst, hem sewal xwedî dikir, hem jî çandinî kifş kir û zarok dianî.

ꞌKOMBÛYÎNA DESTPÊKÊ BI SERKÊŞIYA JINAN BÛꞌ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tijsq9qbMJM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Şêrîn Mihemed destnîşan kir ku kombûyîna mirovahiyê ya destpkê bi birêvebirina jinan bû, ji ber bi hezkirin û xwedîkirina zarokan ve dihat naskirin, lê piştî derketina şaristaniya Sumeran û bi bilindbûna asta tundiya baviksalarî û desthilatê rola jinan kêm bû, lê dîsa jî jinên mîna Zenûbiya û Kilyopatrayê mohra xwe li dîrokê xist.

Şêrîn Mihemed di nava gotinên xwe de tundiya siyasî pênase kir û got:"Tundiya siyasî, şeklek ji şeklên tundiya li dijî jinan ku ji ber wê beşdariya jinan ji qada siyasetê re kêm dibe û gefan li mafên wan dixwe."

ꞌDEMA JIN KARÊ SIYASÎ DIKE RASTÎ TUNDIYÊ TÊꞌ

Şêrîn Mihemed bal kişand ser ku di serdemên derbasbûyî de jin tev li qada siyasî bû û pêşketin çêkir û wiha pê de çû: "Lê beşdariya ji dayîna biryarê re pir li paş ma, ji ber hîn jî rastî tundiyên derûnî û cihêwaziyê tê, carinan jî rastî tundiya bedenî tê û dema di qadên siyasî de xwe bi rêxistin dike hêdî hêdî tê dûrxistin."

Şêrîn Mihemed bi lêv kir ku rewşa îro cîhan tê de derbas dibe, ji şer bigire û heta bi rageşî, nakokî û bobelatan derbikeve ji ber dûrxisitna jinan ji qada siyasî re ye.

ꞌHESEKÊꞌ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/k1unZzyPwZo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Di heman çarçoveyê de li Navenda Ciwanên Sûriya Demokratîk a taxa Umran a bajêr, bi beşdariya endamên saziyên sivîl, leşkerî û partiyên siyasî semînerek hat lidarxistin.

Semîner bi sinevîzyoneke li ser her sê xwişkên Mîrabalê dest pê kir.

Piştî sinevîzyonê Endama Nivsgeha MSD’ê  Rîhan Coc wiha got:"Tundî ne tenê di aliyê bedenî de ye, lê belê tundiya aborî, siyasî û civakî jî heye, ev cure jî komeleyên qanûn, siyaset, û kiryarên nijadiyê li dijî jinan dimeşînin."

Rîhan Coc di dawiya gotina xwe de diyar kir ku dema jin ji mafên xwe yên siyasî û ji biryaran bê par dimînin, ji cureyên tundiya siyasî yên sereke ne.

Di dawiya her du semîneran de beşdaran dest bi nîqaşan kirin.

(eh)

ANHA