Tevgera Kevana Zêrîn konferansa xwe bi rêzebiryaran bi dawî kir

Tevgera Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê konferansa xwe ya duyemîn a ku îro li bajarokê Rimêlanê li dar xistibû bi dawî kir. Tevgerê meclisek ji 42 delegeyan ava kir û rêzebiryarên girêdayî çand û jinan di civakê de da û navê tevgerê guhert.

Tevgera Kevana Zêrîn konferansa xwe bi rêzebiryaran bi dawî kir
Tevgera Kevana Zêrîn konferansa xwe bi rêzebiryaran bi dawî kir
Tevgera Kevana Zêrîn konferansa xwe bi rêzebiryaran bi dawî kir
28 cotmeh, 2020   17:51
 QAMIŞLO

Vê sibehê, duyemîn konferansa Tevgera Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Bi çanda jina azad û tevna hunera şoreşê, em ê dagirkeriyê têk bibin” bi tevlêbûna 150 delegeyan ji herêmên Cizîr, Firat û Efrînê li navenda Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlanê dest pê kir.

Di konferansê de, mêvanên hazir axivîn, rapora salane ya tevgerê hate xwendin, rewşa rêxistinî û rola wê di civakê de û pirsgirêkên ku rastî kar hatiye, hatin nîqaşkirin.

Di berdewama konferansê de, rêziknameya tevgerê hate erêkirin. Navê tevgerê hate guhertin û bû “Tevgera Çand a Jinan a Tevgera Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê” û meclisek ji 42 delegeyan hate avakirin.

Biryarên ku di dawiya konferansê de hatine girtin:

1-Tevgera Kevana Zêrîn li dijî qirkirina çandî, civakî û modernîteya kapîtalîzmê têdikoşe û çanda modernîteya demokratîk û jiyana hevbeş a azad ava dike.

2-Tevgera Kevana Zêrîn li dijî tevahiya cureyên êrişan li ser welatan û gelan bi rêya giyana netewperwerî disekine û nixên çanda gelan bi rêya çand, wêje û hunerê diparêze.

3-Tevgera Kevana Zêrîn tevahiya çalakiyên xwe yên hunerî û çandî wek rêyek ji bo pêşxistina şoreşa û xweparastinê dibîne.

4-Tevgera Kevana Zêrîn gelek çalakiyên hunerî û çandî li dar dixe da ku girêdana bi ax, welat û vegera wî xurt bike.

5-Vekirina navendên Tevgera Kevana Zêrîn li herêmên ku lê tune ye bi taybet gundan, ji bo ku komîteyan lê ava bike.

6-Destpêkirina perwerdeyên stûdyoya navendî û xebitandina wê.

7-Zêdekirina xweşikiya welat, bajar, bajarokan, gundan û taxan bi zihniyeta çanda jinan û avakirina projeyên wêjeyî di cihên guncew de.

8-Perwerdekirina zarokan li tevahiya navendan bi awayekî birêxistinkirî.

9-Lidarixistina çalakiyên hunerî û çandî ji bo balkişandina ciwanan û dûrxistina wan ji komployên kapîtalîzmê.

10-Birêxistinkirina tevahiya hunermendên jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengiya Tevgera Kevana Zêrîn. Orgenîzekirina komxebatên hevbeş li ser bingeha çanda neteweya demokratîk û orgenîzekirina çalakiyên hunerî.

11-Orgenîzekirina çalakiyên hunerî yên taybet ji hevjînên şehîdan.

12-Pêşxistina projeyên hunerî û çandî.

13-Pêxistina projeyên madî û aborî yên taybet bi tevgerê, da ku tevger rêgeza debarkirina madî bi dest bixe.

14-Pêşxistina têkiliyên dîplomasî bi tevahiya aliyên çandî yên navneteweyî û li ser asta Rojhilata Navîn, da ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin nasîn û berdewamiya wê dabîn bikin.

15-Komkirina tevahiya berhemên çanda gelêrî û birêxistinkirina tîmên taybet ên temen mezinan.

16-Vejandina cilûbergên Kurdî bi rêya lidarxistina çalakiyên cuda bi pêşengiya navenda Kevana Zêrîn.

(şx)

ANHA