Hêzên Amerîkayê kuştina 5 endamên Talîbanê li Efganistanê ragihand

Hêzên Amerîkayê ragihand ku 5 endamên tevgera Talîban li Efganistanê di êrişa asîmanî ya ku ji bo piştgiriya hêzên hikumetê de pêk aniye, hatin kuştin.

Hêzên Amerîkayê kuştina 5 endamên Talîbanê li Efganistanê ragihand
26 cotmeh, 2020   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka hêzên Amerîkayê yên li Efganistanê efser Sunny Leggett ragihand ku hêzên Amerîkayê ji bo parastina hêzên ewlehiya nîştimanî yên Efganistanê û li gorî peymana Amerîkayê bi Talîbanê re, li herêma Narx a eyaleta Wardak li navenda welêt êrişek pêk aniye. Her wiha diyar kir ku di encamê de 5 endamên Talîbanê hatin kuştin.

Li gel şerên di navbera hêzên hikumetê û tevgera Talîbanê de, dan û standinên rawestandina şer berdewam in.