Hikumeta Şamê bihayê sotemeniyê bilind kir

Hikumeta Şamê bihayê benzîn û mazotê ya pîşesazî û bazirganî bilind kir.

Hikumeta Şamê bihayê sotemeniyê bilind kir
20 cotmeh, 2020   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh Duşemê, Wezareta Bazirganiya Navxweyî ya hikûmeta Şamê biryar da ku bihayê lîtreya mazotê ya pîşesazî û bazirganî bigihîne 650 lîreyên Sûrî û lîtrek benzîna ​​oktan jî 95 heta 1050 lîreyan.

Odeya Pîşesaziyê ya Helebê li ser biryarê şîrove kir û got ku "Bandorek wê ya neyînî ya mezin heye û dê bibe sedema bilindbûna lêçûna hilberandin û barkirinê wan û bihabûna di sûkan de. Her wiha dê bibe sedam rawestandina gelek kargehan."

Hikumetê derxistina vê biryarê spart  "Lêçûnên mezin ên ku hikûmetê ji bo dabînkirina berhemên petrolê xerç kirine, nemaze li gel ambaroya ku rêveberiya Amerîkayê li ser gelê Sûriyê ferz kir. Armanca vê biryarê peydakirina pêwîstiyên pîşesazên aktîv ji mazot û rêgirtin li ber derxistina madeyan ji bo dewletên derdorê."

Li gorî wezaretê, bihayê lîtreya mazota pîşesazî ji 295 lîreyan bû 650 û ya benzene jî ji 850 lîreyan bû hezar û 50, lê nirxê mazotê ji bo sobe û firneyan nehat guhertin.