Di êrişeke DAIŞ`ê de li Iraqê 4 polîs hatin kuştin

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Iraqê ragihand ku di encama êrişa çeteyên DAIŞ`ê de li bakurê Iraqê 4 polîsên federal hatine kuştin.

Di êrişeke DAIŞ`ê de li Iraqê 4 polîs hatin kuştin
6 cotmeh, 2020   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya şaneyê de ev tişt hate gotin: "Di encama guleberdana çeteyên DAIŞ`ê de duh duşemê, 4 endamên hêzên polîsên federal şehîd ketin, 2 efser û 2 endamên din jî birîndar bûn."

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Hêza ku hatiye hedefgirtin, Foca Duyemîn a Tugeya 12’an a Polîsên Federal a li eyaleta Hiwêce li parêzegeha Kerkûkê ye."

Ji destpêka îsal ve, li gel zêdebûna asta êrişên komên çekdar ku guman pê hene girêdyaî DAIŞ`ê ne, hêzên Iraqê operasyonên lêgerînê û serdegirtinê li dijî şaneyên DAIŞ`ê didomîne, nexasim li Kerkûk, Selahaddîn û Diyalayê.

(şx)