'Divê jinên ciwan li hemberî dagirkeriyê xwe bêtir bi rêxistin bikin'

Beşdarên 4`emîn Kongreya Yekitiya Jinên Ciwan di axaftinên xwe de bang li ciwanan û jinên ciwan kir ku li hemberî planên dewleta Tirk amade bike.

'Divê jinên ciwan li hemberî dagirkeriyê xwe bêtir bi rêxistin bikin'
6 cotmeh, 2020   12:31
QAMIŞLO

Bi dirûşma “Bi birêxistinkirina jinên ciwan em dagirkeriyê tune dikin” 4`emîn Kongreya Yekitiya Jinên Ciwan vê sibehê li bajarokê Rimêlanê dest pê kir. 550 delege û mêvanên sazî û rêxistinên jinan ên herêma Cizîrê tev lê bûn.

Di kongreyê de gelek axaftin hatin kirin û tê de lidarketina kongreyê hat pîrozkirin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Daliya Henan tevlêbûna jinên ciwan ji tevahiya herêmên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ji bi nirxandina xebatên rêxistinî, girtina biryaran ji bo parastina çîna ciwanan û jinan ji planên navneteweyî yên ku têkbirina civakê û destkeftiyên şoreşê armanc dikin, bi erênî nirxand.

Daliya wiha domand: “Divê em di vê pêvajoya ku jin tê de xwe dikujin û têne kuştin nexasim li Tirkiyê, rêxistina xwe fireh bikin û têkoşîna xwe mezin bikin, da ku li hemberî tevahiya êrişan û komployan bibin bendeke asê bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

Di dawiyê de Delye got: “Divê em bi pêşengiya çîna ciwanan birêxistinkirinê xurt bikin da ku axê, yekitiya civakan û jiyana hevbeş biparêzin. Em di têkoşînê de biryardar in.”

`DIVÊ JINÊN CIWAN ASTA TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN`

Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Sozdar Dêrik axivî û diyar kir ku peyama ku divê di vê pêvajoyê de bê dayîn birêxistinkirin e.

Sozdar Dêrik  got: “Bê rêxistinkirinê jin dê rastî binkeftinê were û di bin zihniyeta mêrdestiyê û kapîtalîzmê bijî. Di encamê de dê civak tune bibe. lewra divê çîna ciwanan xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe mezin bikin.”

Sozdar Dêrik di dawiyê de got: “Divê Yekitiya Jinên Ciwan li hemberî tevahiya komployên li dijî çînên civakê bibin bendeke asê.“

Kongre bi xwendina perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên girêdayî jinên ciwan û rola wan di civakê de, rapora xebatên 2 salan û nirxandina wan didome.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5QfDSAVPpCQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>