Esed: Erdogan şeran gur dike da ku bala Tirkan ji ser pirsgirêkên hundirîn bikişîne

Beşar Esed got serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan terorîstan li Sûriyê bi kar tîne û şeran çêdike da ku bala Tirkan ji ser pirsgirêkên hundirîn bikişîne.

Esed: Erdogan şeran gur dike da ku bala Tirkan ji ser pirsgirêkên hundirîn bikişîne
6 cotmeh, 2020   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê hikumeta Şamê Beşar Esed destnîşan kir ku dewleta Tirk çeteyên ji Sûriyê û dewletên din di şerê li herêma Qerebaxê ya di navbera Azrebêcan û Ermenistanê de bi kar tîne.

Esed di hevpeyvîneke li gel ajansa Novosti de serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi piştgiriya rêxistinên terorîst li Sûriye û Lîbyayê û gurkirina şerê li Qerebaxê tawanbar kir. Esed diyar kir ku serokê dewleta Tirk şer gur dike da ku bala Tirkan ji ser pirsgirêkên hindurîn bikişîne, bi taybet piştî ku têkiliyên wî bi DAIŞ`ê re eşkere bûn.

Esed got her kes dizane ku DAIŞ`ê petrola Sûriyê bi rêya dewleta Tirk û parastina Amerîkayê difirot û eşkere kir ku dewletên dewlemend bi dewleta Tirk re di destkdayîna terorê de alîkar in. Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk bûye amûra pêkanîna siyaseta wan dewletan.