Çeteyên dewleta Tirk goristana gundê Şêxorzê xerab kir

Çeteyên Siqûr El-Şemal ên dewleta Tirk a dagirker sûcên dermirovî didomînin. Çeteyan goristana gundê Şêxorzê yê Efrîna dagirkerî xerab kir.

Çeteyên dewleta Tirk goristana gundê Şêxorzê xerab kir
6 cotmeh, 2020   09:09
EFRÎN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî û bi taybet jî li Efrînê di sûcên xwe yên binpêkirina hemû nirxên exlaqî û mirovî de berdewam dikin. Goristan jî ji kiryar û sûcên wan bê par neman. 

Li gorî ku hin çavkaniyan ji ANHA’yê re ragihandiye, çeteyên Siqûr El-Şemal ên dewleta Tirk a dagirker gorên miriyan li gundê Şêxorzê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê xerab kir.  Çavkaniyan da zanîn ku çeteyan kêlikên goran şikandine û goristan talan kiriye.

Ev cara duyemîn e ku sûc li ser goristana gundê Şêxorzê pêk tînin. Çeteyan di 6`ê Cotmeha sala par de jî gor kolabûn û xerab kiribûn.

Her wiha çeteyan gorên Kurdên êzidî li herêma Serêkaniyê û bi taybet gundê Can Temir ê nêzî sînor ji bo lêgerîna zêr û şûnwaran kolandin.    

(oh)

ANHA