Tevgera Ciwanên Şoreşger a Şehbayê amadekariyên "Mîhrîcana Amara" dike

Bi dirûşmeya "Muzaîka çandî, xweşikbûn, dewlemendî û guhertin e", Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê, cara yekê, li katona Şehbayê, amadekariyên Mîhrîcana Amara ya çandî, hunerî, wêjeyî û werzîşê dike.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Şehbayê amadekariyên "Mîhrîcana Amara" dike
25 îlon, 2020   06:24
ŞEHBA- LÎNDA ŞÊX- MEDYA HENAN

Mîhrîcana folklora Erebî û Kurdî, taybetmendiyên wan, bandorên çandî û civakî digire nava xwe. Her wiha di sê rojên mîhrîcanê de dê çalakiyên hunerî bên pêşandan û xwarinên gelêrî bên çêkirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê, li şanogeha Mîtan a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê dest bi amadekarî û perwerdeyê dike. Dê di roja yekemîn de çalakiyên folklorî yên pêkhateyên Kurd û Ereb wekî dîlan û stranan, bên pêşkêşkirin. Di roja duyemîn de dê maçeke werzîşê ya tîmên jinan ên katona Şehbayê, li yarîgeha Babinis bên lidarxistin. Di roja sêyemîn de jî dê şanogeha bi navê "Tekez em ê biserkevin" û sînefizyonek bi navê "Cudahiya jiyana azad" ku tê de behsa taybetmendiyên Kurd û Ereban tê kirin, bên pêşandan. 

Yek ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Şehbayê Mihemed El-Weys li ser mîhrîcanê dibêje: "Gelek nexweşî di serê gelên herêma Şehbayê re derbas bûn. Em deyndarên mîhrîcana Amara ne ku ji me re fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan vedibêje."

El-Weys wiha dewam kir: "Em heftane amadekariyên mîhrîcanê dikin û proveyên werzîşê û stranan li dar dixin. Em dikarin bêjin em amade ne. Di 10 rojên pêş de bi awayekî fermî dê mîhrîcan dest pê bike. Me vexwendinname şandin ji gelek sazî û desteyên li derveyî kantona Şehbayê re, da ku beşdarî mîhrîcanê bibin."

El-Weys di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Dê tevlîbûna mîhrîcanê zêde be, ji ber ku mîhrîcan çandî û wêjeyî ye. Ta niha 80 xort û keç tev li mîhrîcanê bûne û behreyên xwe derxistine. Vê yekê hişt ku baweriya wan bi wan zêde bibe."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sz9r916iydw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>