Li gundekî herêma Şerfedîn a Şengalê teqînek çêbû

Li gundê Qinê yê li herêma Şerfedîn a Şengalê ku di bin kontrola hêzên çekdar ên nêzî PDK’ê de ye, teqîn pêk hat.

Li gundekî herêma Şerfedîn a Şengalê teqînek çêbû
20 îlon, 2020   20:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Roj News'ê, ku zanyariyên xwe çavkaniyên herêmê girtine, îşev saet derdora 21.00’an de li gundê Qinê ku 2 kîlometreyan dûrî Mizargeha Şerfedîn e, teqîn pêk hat. Hat ragihandin ku wesayîtek hatiye teqandin, lê tu windahiyên canî çênebûne.

Derbarê teqînê de zanyariyên berfireh nehatin bidestxistin.

Herêma Şerfedîn û gundê Qinê di bin kontrola koma çekdar a bi serkêşiya Qasim Şeşo ye û nêzî PDK’ê ne.