Jinên Hecînê: Bi têkoşîn û rêxistina xwe em ê li hember tundiyê bisekinin

Jinên ciwan ên bajarê Hecînê yê Dêrazorê tundiya li dijî jinan şermezar kir û banga pêkanîna cezayan li dijî sûcdaran kir, her wiha destnîşan kir ku dê li hember tundiyê bisekinin.

Jinên Hecînê: Bi têkoşîn û rêxistina xwe em ê li hember tundiyê bisekinin
15 îlon, 2020   11:12
DÊRAZOR

Jinên ciwan ên Hecînê ya li xeta rojhilatê Dêrazorê daxuyaniyek bi dirûşma "Na ji tundiya li dijî jinan re" bi beşdariya bi dehan jinên ciwan û endamên meclisên herêmî û şaredariyan da.

Endama ciwan Rena Ewad Salih daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Bi navê jinên ciwan, bi taybet û jinên Dêrazorê bi giştî, her wiha bi navê jinên ku tundî bi hemû rêbaz û cureyan dîtin, em tundiya li dijî her jinekê şermezar dikin.

Em nehatin vê dinyayê ku di tundiyê re derbas bin, her wiha bibin dirinde di nava devên zinhiyeta desthilat a nexweş ku bi maf û serxwebûnan bawer nake. Îro parastin û soza xwe ji her jineke di tundiyê re derbas bûye, maf û azadiya wê têkçûye, dûbare dikin. Her wiha sûcên li dijî jinên Sûriyê ji revandin, kuştin, tecawîzkirin û îşkencekirinê ji hêla dewleta Tirk a dagirker an jî ji hêla hegamoniya mêrdestiyê ve, şermezar dikin.

Bang dikin kesên sûcdar ceza bikin. Dê bi yek destî bi rêya rêxistin û têkoşîna li hember her kesê ku hewl bide jinan biçewisîne yan jî vîna wê têk bibe û mafên wê înkar bike, li ber xwe bidin.

Bang li aliyên têkildar dikin ku qanûn tund li dijî bûyerên li dijî jinan pêk tên deynin, em jî bi fikr û israra xwe ya azad dê li hember rejîmên desthilat ku hewl didin nirx û qîma jinan kêm bikin, bisekinin."

Daxuyanî bi dirûşmên şermezarkirina tundiyê bi dawî bû.

(fr)

ANHA