Têkildarî tundiya li ser jinan semînerek hate dayîn

Yekitiya Jinên Ciwan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê têkildarî tundiya li ser jinan û zewicandina zarokan semînerek da.

Têkildarî tundiya li ser jinan semînerek hate dayîn
8 îlon, 2020   15:33
HELEB

Semîner li navenda Yekitiya Jinên Ciwan a beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqûsd hate dayîn. Bi dehan jinên ciwan beşdarî semînerê bûn.

Semîner ji aliyê pîrik, Nuha Raî ve hate dayîn. Nuha behsa mijara tundiya li ser jinan kir û diyar kir ku tundiya li ser jinan ne tenê di fîzîkî ye, di heman demê de tundiya aborî, siyasî û civakî jî li ser jinan tên meşandin.

Nuha bang li jinan kir ku xwe bi rêxistin bikin û ji bo têkoşîna li dijî tundiyê bibin yek.

Her wiha behsa xeteriya zewicandina zarokan û bandora wê ya neyinî li tevahî civakê. Nuha bi bîr xist ku di aloziyê Sûriyê û ji ber krîza aborî ku bandoreke neyinî li civakê kir, gelek malbat neçar man ku keçên xwe yên temen biçûk bizewicînin.

Nuha Raî bal kişand ku zewicandina zarokan ziyanên fîzîkî û dirûnî dihîne zarokan.

Semîner bi nîqaşên têkildarî bisînorkirina tundiya li ser jinan û rêgirtina li ber zewicandina zarokan bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9SOdBVpxfNk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>