Li Minbic û Reqayê çalakiyên salvgera damizrandina Meclisa Jinan a Sûriyê

Bi boneya salvegera 3`yemîn a damizrandina Meclisa Jinan a Sûriyê li bajarên Minbicê û Reqayê bi beşdarbûna bi dehan jinan du çalakiyên cuda li dar ketin.

8 îlon, 2020   14:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro salavegera 3`yemîn a damizrandina Meclisa Jinan a Sûriyê ye, ku di 8`ê Îlona 2017`an de bi kongreyekê li bajarê Minbicê hatibû damizrandin. Di kongreya damizrandinê de nûnerên jin ên ji hemû herêmên Sûriyê beşdar bûbûn.

MINBIC

Bi vê boneyê komxebatek li hola pirtûkxaneya Mihemed Minle Xizeyêl a li rojavayê bajêr, hate lidarxistin. Endamên komîte û saziyên jinan ên girêdayî Rêveberiya Sivîl û endamên jin ên partiyên siyasî yên li bajêr, beşdarê komxebatê bûn.

Endama rêveberiya Meclisa Jinan a Sûriyê Rîm Heyanî 'Peymana Cedaw" da nasîn û wiha got: " Peymana 'Cedaw''ê ji bo bidawîkirina hemû rengên cudekariya li dijî jinan e. Di 18`ê Kanûna 1979`an de gaveke sereke ya di pêkanîna wekheviya mafên her du zayendan û misogerkirina mafên jinan de, avêt."

Rîm wiha domand: "Komeleya Giştî peymana tunekirina hemû rengên cudekariya li dijî jinan, pejrand û ev peyman hate danîn. Peyman ji 30 madeyan pêk tê û qanûnên wê li gorî rêgez û tedbîrên di aliyê naventeweyî de hatine pejrandin in, yên ji bo wekhevkirina mafên jinan li her derê."

Rîm wiha lê zêde kir: "Ev peyman teqeziyê bi misogerkirina wekheviya mafên jinan di hemû qadên siaysî, aborî, civakî, çandî û sivîl de, dike."

Rîm her wiha destnîşan kir ku peymana Cedaw`ê banga derxistina qanûnên ku cudahiyê qedexe dikin û teqekiyê bi girtina tedbîrên taybet ji bo pêkanîna wekheviya rasteqîn di navbera jin û zilaman de, dike.

Piştre jinên beşdar li ser mekanîzmeya pêkanîna Peymana Cedaw`ê, pêşxistina wê, pêkanîna wekheviyê di navbera her du zayendan de û tunekirina cudahiyê, nîqaş kir.

REQA

Bi heman armancê, Meclisa Jinan a Sûriyê li bajarê Reqayê li Navenda Çandê ya li navrasta bajêr, şehiyek li dar xist. Endamên meclisên Dêrazorê, Meclisa Sivîl a Reqayê, Nivîsgeha têkiliyên giştî a MSD`ê, nûnerên Partiya Sûriya Pêşerojê yên şaxên Reqa û Idlibê û hejmareke hiqûqnas û rêxistinên civaka sivîl, di şahiyê de amade bûn.

Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre bi navê Rêveberiya Jinan a Reqayê Nesrîn El-Hesen, bi navê Meclisa Qanûnsaz a Meclisa Sivîl a Reqayê Lîlav El-Xelîl, bi navê Partiya Sûriya Pêşerojê Sûad Xelo, bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidiro û Zabiye El-Nasir jî bi navê Meclisa Sûriya Demokratîk axivîn.

Axaftvanan salvegera 3`yemîn a damizrandina Meclisa Jinan a Sûriyê û rola pêşeng a jinan pîroz kir û daxuyand ku meclisê girîngiyeke mezin da jinan.

Her wiha îşaret bi azarên jinên Sûriyê yên di salên şer de kir.

Piştre Nivîsgeha Qanûnsaz a Meclisa Sivîl a Reqayê bi vê boneyê plaketeke spasiyê da Meclisa Jinan a Sûriyê.

 Piştre endama Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Jinên Sûriyê Hîbe Mihemed armanc û planên meclisê xwend.

Piştre li ser kar û xebatê salekê yê Meclisa Jinên Sûriyê senefizyonek hate nîşandan. Di dawiya çalakiyê de koma Beraim El-Tifûle ya girêdayî Navenda Çandê ya Reqaê, pêşandanên hunerî û stran pêşkêş kir.

ANHA