Konseya Ewlehiyê rewşa Lîbyayê nîqaş dike

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî der barê rewşa Lîbyayê de du civînan li dar dixe, yek girtî ye û ya din jî vekirî ye. Ev civîn piştî kiryarên hikumeta Wîfaqê li dijî xwepêşandêran li paytext Terablusê derketin, pêk hat.

Konseya Ewlehiyê rewşa Lîbyayê nîqaş dike
2 îlon, 2020   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi amadebûna nûnera navneteweyî Stephanie Williams, 2 civînan der barê Lîbyayê de, yek girtî û yek jî vekirî, li dar dixe.

Nûnera NY’yê ya piştevaniya Lîbyayê piştrast kir ku li Lîbyayê bûyerên balkêş rû didin û pêdivî bi vegera li xebata siyasî ya giştî heye, da ku pêdivî û xwestekên gelê Lîbyayê bi hikumeteke nûneriya wan dike, bên dabînkirin.

Nûnera navneteweyî banga pêkanîna serweriya qanûnê û parastina mafên tevahî welatiyan kir.

Nûnera navneteweyî ya Lîbyayê di demeke berê de bikaranîna hêza bêserûber li dijî xwepêşandêr û girtina sivîlên ku li hember gendeliyê li Terablus û bajarên rojavayê Lîbyayê derdikevin, rexne kiribû.

Nûnerê metirsiya xwe ji zêdebûna raporên pêkanîna sûcan li tevahî Lîbyayê diyar kir û bal kişand ser pêwîstiya vegera li xebata siyasî ya giştî li Lîbyayê.