Karkerên paqijiyê ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Koronayê di nava serferberiyê de ne

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Koronavîrus belav bûye û bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê, xebatkarên tenduristiyê dest bi hemleyên dezenfektekirinê kirine.

Karkerên paqijiyê ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Koronayê di nava serferberiyê de ne
Karkerên paqijiyê ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Koronayê di nava serferberiyê de ne
Karkerên paqijiyê ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Koronayê di nava serferberiyê de ne
Karkerên paqijiyê ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Koronayê di nava serferberiyê de ne
Karkerên paqijiyê ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Koronayê di nava serferberiyê de ne
15 tebax, 2020   12:07
ŞEHBA-MÎDYA HENAN-FÎRAS ÎBRAHÎM

Ji dema li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Koronavîrus belav bûye de , çavên her kesî li kadroyên tenduristî û ewlehiyê ne ji ber li dijî vîrusê kar û xebateke bêhempa dikin, lê belê hin hene ku parastina herêmê dikin û parastina sivîlan ji xeteriya pêketina vîrusê dikin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî ku Rêveberiya Xweser tedbîrên xweparastina ji vîrusê girtine, lê dîsa jî belav bûye û hejmara kesên pê dikevin zêde dibe. Şaredariyên gel ên li tevahiya herêman bi hemû enerjiya xwe kar û xebatê dikin û xwedî li parastina welatiyan derdikevin.

Şaredariyan li herêm, navçe, bajarok û bajarên mezin heta li kampan jî hemleyên  dezenfektekirinê dane destpêkirin.

Cîgirê hevserokatiya Şaredariya Gel ê navçeya Fafîn a kantona Şehbayê Idrîs Şêxo axivî û got ji destpêka Koronavîrus li herêmê berbelav bûye de, wan bi hevkariya meclisên navçeyê û komînan li kantonê dest bi hemleyên dezenfektekirinê kirine, parastina welatiyan dikin û pêşî li belavbûna vîrusê digirin.

Karkerên paqijiyê ji bo parastina selametiya welatiyên li herêmê karekî bêhempa dikin, ji ber di demeke wiha de barekî mezin dikeve ser milên wan û divê parastina gel ji Koronavîrusê bikin.

Ji saetên sibê  û heta êvarê de karkerên paqijiyê herêmê dezenfekte dikin, lewma ew kesên herî zêde bi xeteriya vîrusê re rû bi rû ne, lê dîsa jî bi erka xwe radibin û bajarê xwe paqij dikin.

Karkerê paqijiyê yê Fafînê Mihemed Hemo axivî û diyar kir ku ew saet ji 6:00 sibê û heta êvarê de kar dikin, kolanên sereke û neserek paqij dikin, ji ber bi belavbûna Koronavîrusê re erka parastina welatiyan ji wan tê xwestin.

Mihemed Hemo bal kişand ser çawaniya parastina kesayetî û wiha domand: "Di dema kar de em nahêlin kombûn çêbe, ji hev û din dûr dikevin, domdar lepik û maskan li xwe dikin û xwe dezenfekte dikin."

Karker Cîhad Mihemed jî axivî û da zanîn ku ew ji bo parastina welatiyan û pêşî li belavbûna Koronavîursê bigirin her tim kar dikin.

Mihemed bang li welatiyan kir ku bi karkeran re alîkar bin û çopê bavêjin cihên diyarkirî.

(eh)

ANHA