Ji bo derketina artêşa dagirker ji Başûr, kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin

Ciwanên Qendîlê ji bo ku artêşa Tirk a dagirker ji Başûrê Kurdistanê derbikeve kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin.

Ji bo derketina artêşa dagirker ji Başûr, kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
9 tîrmeh, 2020   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclîsa Ciwanan a Binarê Qendîlê ya Ciwanên Welatparêz bi çarçoveya Pêngava “Birûxîne” ya Seferberiya Heftanînê, ji bo artêşa Tirk a dagirker ji xaka Başur û Iraqê derbikeve îmzeyan kom dike.

Ciwanan li gelek gundên Binarê Qendîlê ji ciwan û gel îmze kom kirin. Li Binarê Qendîlê heta niha gelek îmze hatine komkirin.