Şehîdê Berxwedana Rûmetê Seqir li Tebqayê hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD‘ê Seqir Sehlebiyê yê ku di çarçoveya Berxwedana Rûmetê de şehîd bû bi merasîmekî girseyî li Goristana Şehîdan a Tebqayê hate veşartin.

Şehîdê Berxwedana Rûmetê Seqir li Tebqayê hate veşartin
Şehîdê Berxwedana Rûmetê Seqir li Tebqayê hate veşartin
Şehîdê Berxwedana Rûmetê Seqir li Tebqayê hate veşartin
Şehîdê Berxwedana Rûmetê Seqir li Tebqayê hate veşartin
Şehîdê Berxwedana Rûmetê Seqir li Tebqayê hate veşartin
Şehîdê Berxwedana Rûmetê Seqir li Tebqayê hate veşartin
Şehîdê Berxwedana Rûmetê Seqir li Tebqayê hate veşartin
8 hezîran, 2020   18:07
TEBQA

Bi sedan şêniyên herêma Tebqayê, fermandarên QSD û nûnerên Revberiya Xweser beşdarî merasîmê veşartina cenazeyê şervanê QSD‘ê Ehmed Ebûd El-Seyah (Seqir Sehlebiyê) bûn.

Şêniyan cenaze ji pêşiya nexweşxaneya Wetanî ya Tebqayê wergirtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên QSD‘ê ve hate lidarxitsin û deqeyek rêz a bîranîna şehîdên têkoşînê azadiyê hate girtin.

Piştre Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Fatima El-Mehmûd axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Bi saya şehîdan em îro li vî cihê pîroz kom bûne. Cihê ku têkoşer û şoreşgeran hembêz kirine yên ku rûpelên dîroka gelê me xêz kirin. Şehîdan rêya gel a ber bi azadî, hezkirina axê û şikandina bendan ronî kir. "

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê, hevserokê Komîteya Aborî Ehmed El-Silêman jî axivî û sersaxî ji malbata şehîd Seqir re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştî axaftinn, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Mustefa Siwêd nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Girseya gel cenazeyê şehîd di nava dirûşme û tilîliyên dayikan spast axê.

ANHA