Dayîk û hevserên şehîdan: Şopandina rêya şehîdan, rêya ber bi serkeftinê ye

Dayîk û hevserên şehîdan ên navçeya Dibêsiyê roja Şehîdan pîroz kirin û soza şopandina rêya şehîdan dan. Her wiha diyarkirin ku şopandina rêya şehîdan, rêya ber bi serkeftinê ve ye.

Dayîk û hevserên şehîdan: Şopandina rêya şehîdan, rêya ber bi serkeftinê ye
18 gulan, 2020   03:44
HESEKÊ

18`ê Gulanê roja Şehîdan e. Bi vê boneyê dayîk û hevserên şehîdan ên navçeya Dibêrsiyê ev roj bibîr anîn.

Dayîka şehîd Şahî, Fatme Keleş ev roj li tevahiya dayîkan şehîdan pîroz kir û got: "Ji destpêka aloziya Sûriyê ve bi hezaran ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ku gel azadî û di nav aştiyê de bijî canê xwe feda kirin. Kurê min Şahîn yek ji wan şervanên ku tev  li berxwedanê bû, erka xwe pêk anî û şehîd ket."

Fatme tevahiya şehîdan bibîr anî û  got: “Em ê hertim rêya şehîdan heta pêkanîna tevahiya armancên wan bişopînin.”

Leyla Umer hevsera şehîd Fuad Mihemed got: "Em ne tenê di vê rojê de şehîdan bibîr tînin. Ji ber ku şehîdên me di dilê me de ne. Tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi saya leheng û şehîdan  ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bûn. Dê herêmên dagirkirî ji dagirkeriya Tirk werin rizgarkirin."

Leyla wiha domand: "Em amadene ku fedekariyên mezintir bidin ji bo ku em bi azadî bijîn û bi ser kevin."

Leyla di dawiyê de got: "Wek hevser û dayîkên şehîdan di vê rojê de em soza şopandina rêya şehîdan dubare dikin û em destnîşan dikin ku dê tevahiya herêmên dagirkirî rizgar bibin."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_QMKStzBuQ8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>