​​​​​​​Li Tirkiyê 92 kesên din ji ber Koronayê mirin

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca daxuyand ku di 24 saetên dawî de 92 kesên din ji ber Koronavîrusê jiyana xwe ji dest dane.

​​​​​​​Li Tirkiyê 92 kesên din ji ber Koronayê mirin
28 nîsan, 2020   17:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Tenduristiyê yê rejîma Tirk Fahrettîn Koca, daxuyand ku di 24 saetên dawî de 92 kesên din ji ber şewba Koronavîrusê (Covîd-19) jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 392 kesên din jî bi şewbê ketine.

Heya niha li Tirkiyê 2 hezar û 992 kes ji ber Koronayê mirine û 114 hezar û 653 kesên din jî bi şewbê ketine.