Zanîngehên Rojava û Kobanê: Divê aliyên kurdî xwedî helwesteke hevbeş bin

Xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk; gelê Kurd, destkeftî û nirxên wî dikin hedef û bang li aliyên kurdî kir ku berpirsyariya xwe pêk bînin û xwedî helwesteke hevbeş bin.

Zanîngehên Rojava û Kobanê: Divê aliyên kurdî xwedî helwesteke hevbeş bin
23 nîsan, 2020   07:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê der barê êrişên li ser herêma Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herêmên din ji Sûriyê û Lîbyayê didomînin. Her wiha hat gotin ku dewleta Tirk siyaseta şer li ser gelan ferz dike û di encama wê de bi hezeran sivîl têne kuştin û mal û milk têne hilweşandin.

Daxuyanî wiha ye:

"Weke tê zanîn ev demek e dîsa êrişkariya dewleta Tirk a li ser gelê Kurd di rojevê de ye. Dewleta Tirk ev bi salan e ku li gel komên çekdarên ku kiryarên wan ên terorîstî aşkera ye, êrişeke bi berdewamî tîne ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di heman demê de ji Suriyê heta Libyayê jî vê siyaseta şer û êrişkariya li ser gelan ferz dike.  Ev êrişkarî dibe sedema kuştina bi hezaran mirovên sivîl û her weha malweranî û her cure xerabkariyê. Herî dawî di payîza 2019`ê de êrişa li ser Serêkaniyê û Girê Spî gelek êşên xedar li pey xwe hiştin.

Heman dewleta Tirk vê carê jî amadekariya şer û êrişeke nû li Başûrê Kurdistanê dike. Di demeke ku gel bi hatina biharê re berê xwe dide zozan û baniyan lê mixabin bi gefên êriş û bombebarana dewleta Tirk re rûbirû dimîne. Herêma Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê jî bi vî awayî di bin gefê de ye. Di bin navê şerê bi gerîla re artêşa Tirk hewl dide ku bost bi bost Başûr dagir bike û her roj niştecihên herêmê bombebaran dike û dikuje.

 ‘DIVÊ ALIYÊN KURDÎ ZANIBIN KU TU KES JI ÊRIŞAN NAFILITE‘

Bêguman her kesê ku hindekî bi siyaseta rojane re têkildar e baş dibîne û dizane ku di vir de armanca dewleta Tirk ji gerîla zêdetir hemû destkeftî û nirxên gelê Kurd e. Pêwîst e baş bê zanîn ku tu aliyên Kurd ne li derveyî vê siyaset û êrişkariya dewleta Tirk in. Ev dewlet li gor rêzebernameyekê tev digere û hemû sazî û rêxistinên gelê Kurd ji xwe re kirine armanc.

Lewre jî pêwîst e tu aliyê Kurd ji vê êrişkarî û siyasetê re nebe navgîn û nekeve leyîstokên êrişkaran de. Banga me ji bo hemû tevger û aliyên siyasiyên gelê Kurd e ku di vê mijarê de hestyar û xwedî helwest bin. Em jî di serî de vê êrişa dawî, hemû cureyên êriş û dagirkeriyê şermezar dikin.

Gelê Kurd ber bi yekitiyeke dîrokî ve diçe û di Rojhilata Navîn de pêşengîtiya aşitî û aramiyê dike, her weha şerê li hemberî terorê dimeşîne. Di demeke weha de helwest û tevgerên li dijî vê rastiya gelê Kurd, wê ne tenê zirarê bide gelê Kurd û herêmê, berovajî wê zirara mezin bide xwediyê van helwestan jî.

‘HELWESTEKE HEVBEŞ DÊ RÊ LI PÊŞIYA ÊRIŞAN BIGIRE’

Şer bandoreke xerab li hemû warên jiyanê dike. Yek ji van jî qada perwerdê, zanîn û zanîngehê ye. Em weke xwendekar û mamosteyên zanîngehên Rojava û Kobanê me jî ji vî şerî zirareke mezin dît. Lewre jî bangawaziya me ji bo hemû tevger û aliyên Kurdî û raya giştî ew e ku li hember vê xeteriyê bi hestyarî tevbigerin û xwedî helwest bin. Ev yek erkeke dîrokî û mirovî ye. Em di wê baweriyê de ne ku xwedîderketina vê erkê û helwesta hevpar wê rê li ber vê êrişkariyê bigire."

(bx)

ANHA