14 partiyên başûrê Kurdistanê xwestin hêzên li Zînî Wertê vekişin

14 partî û aliyên siyasî yên Kerkûkê daxwaz kirin ku hêzên li Zînî Wertê hatine bi cih kirin vekişin û xwîna Kurdan bi destê Kurdan neyê rijandin. Her wiha xwestin Kerkûk ji êrişên DAIŞ’ê were parastin.

14 partiyên başûrê Kurdistanê xwestin hêzên li Zînî Wertê vekişin
22 nîsan, 2020   13:30
 NAVENDA NÛÇEYAN

Şevê din “Partiya Demokrata Kurdistanê” (PDK) jî di nav de 14 partiyên li Kerkûkê li ser asta peywendiyan bi rêya enternetê bi vîdyo civinek pêk anîn.

Derbarê naveroka civînê de, endamê Desteya Peywendiyan ê Tevgara Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgaza Azadî) yê herêma Kerkûkê Eskender Selîm got: ”Derbarê rewşa ku niha li başûrê Kurdistanê heye, bi pêşengiya Tevgera Azadî, partî û aliyên siyasî bi rêya enternetê li ser asta peywendiyan partiyên Kerkûkê civiyan. Hemû partî li ser naveroka civînê hemfikir bûn. Di civînê de hate xwestin ku di nava aliyan de aramî pêk were û dawî li şerê ragihandinê yê di navbera aliyan de were. Rê neyê dayîn ku xwîna Kurdan bi destê Kurdan were rijandin. Ji ber ku dikeve ximzeta dijmin.”

Têkildarî naveroka civînê, Eskender Selîm herî dawî got: “Civîn bi lihevkirina li ser çend xalan bi dawî bû. Partiyan westin ku ew hêzên li Zînî Wertê bi cih bûne vekişin û parastina herêmê bidin destê xelkê herêmê. Di xalek din a civînê de daxwaz hate kirin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Iraqê hemaheng be, li ser wan êrişên ku çeteyên DAIŞ’ê dîtin li ser Kerkûkê û parastina wê.”

Çavkanî RojNews